Nivîskar û lêkolînerekî iraqî: PKK`ê alîgira gel û edaletê ye

Nivîskar û lêkolînerê karûbarên kurdî yê iraqî Elî Nacî diyar kir  ku ji bo armancên siyasî PKK`ê xistin lîsteya terorê û got, PKK`ê ji bo azadî û rûmeta gelê Kurd û gelên resen ên herêmê tê dikoşe û bi pere an jî kursiyan nafikire.

Nivîskar û lêkolînerekî iraqî: PKK`ê alîgira gel û edaletê ye
16 mijdar, 2021   05:16
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji zêdetirî 43 salan ve ji bo çareserkirina doza kurdî bi awayekî adil û ji bo parastina gelên bindest ên Rojhilata Navîn têdikoşe. PKK`ê li hember komkujiyên ku hêzên herêmî û navneteweyî li dijî kurdan plan dikir, sekinî ku hikumetên dewleta Tirk ji bo pêkanîna van komkujiyan hatine erkdarkirin.

Tevî hemû êrişan PKK`ê ji destpêka damezirandinê ve di sala 1978`an de û heta roja îro li ber xwe dide û ji bo ku doza kurdî bike dozeke navneteweyî têkoşînê dike.

Nivîskar û lêkolînerê karûbarên kurdî yê ji Iraqê Elî Nacî got, PKK`ê di nav gelê Kurd û gelên herêmê de mezintirîn partî ye û xistina wê nav lîsteya terorê biryareke siyasî ye.

Lêkolînerê iraqî Elî Nacî ji ANHA`yê re axivî û da zanîn ku divê PKK'ê li gorî xebatên wê ku ji bo doza kurdî ya adil kiriye were nirxandin.

Hevpeyvîn wiha ye:

Nêrîna we li ser Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) çi ye?

Bi destpêka avabûna Partiya Karkerên Kurdistanê re, yek ji partiyên çepgir ên rizgarî û jêderên wê hate dîtin. Niha Partiya Karkerên Kurdistanê partiyeke çepgir, rizgarî, pêşverû û mirovî ye. Ev partî pêşketinên serdemê dişopîne û li şûna neteweperestiyê banga jiyana hevbeş dike, her wiha alîgirê gel û edaletê ye, li ku derê be li Kurdistanê be an herêmeke din be li dijî zilmê disekine.

PKK`ê ji beriya 43 salan ve ji bo çareserkirina doza kurdî û doza gelên bindest ên Rojhilata Navîn têdikoşe, hûn vê têkoşînê çawa dinirxînin?

Rêzê ji hemû nivîskar û lêkolînerên karûbarên kurdî re digirim,  Partiya Karkerên Kurdistanê bi nivîsan nayê nirxandin. Partiya Karkerên Kurdsitanê ji bo çareserkirina doza kurdî her tiştê giran buha da. Ew ji girîngtirîn dozên adil li Rojhilata Navîn e. Her wiha ji bo dozên gelên din ên bindest û resen ên li Rojhilata Navîn berdêl dan. Niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gel di bin banê sîstemekê de dijîn ku li esasê jiyana hevbeş hatiye avakirin, ji ber ku ev sîstem xwe dispêre fikirê mamoste û ronakbîrê mezin Abdullah Ocalan.

Divê her tim Partiya Karkerên Kurdistanê li gorî keda ku ji bo doza kurdî pêşkêş kir were nirxandin ku ji girîngtirîn dozên li Rojhilata Navîn e.

Di navîna salên 80`yî yên sedsala borî de Yekitiya Ewropa û Amerîkayê PKK'ê xist lîsteyên terorê yên cîhanê. Di nêrîna we de tu qanûn ji bo vê yekê hene û sedem çi ne?

Ji bo armancên siyasî Partiya Karkerên Kurdistanê xistin lîsteyên terorê. Amerîka ya ku Partiya Karkerên Kurdsitanê xist lîsteyên terorê bi xwe danûstandin û hevkariyê bi hevalbendên vê partiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî QSD û Rêveberiya Xweser re dike ku lêvegera wan a îdeolojî Abdullah Ocalan e.

Xistina partiyê nav lîsteya terorê û danîna qanûnan li ser vê mijarê biryareke siyasî ye.

Gelê Kurd, Partiya Karkerên Kurdistanê nûnerê xwe yê rewa dibîne, kurdan û alîgirên azadiyê bi dehan çalakî li dar xistin da ku navê PKK`ê ji lîsteyên terorê were derxistin, lê Yekitiya Ewropa û Amerîka tu gav neavêtine.  Di nêrîna we de sedem çi ye?

Belê tevahî gelê Kurd û dostên wê weke kakayîn û xirstiyan dibînin ku Partiya Karkerên Kurdistanê nûnerê wan ê rewa ye. Ji ber ku ev partî bi siyaset, destkeftî û pereyan nafikire, lê li azadî û rûmeta gelê Kurd û tevahî gelên resen ên herêmê digere.

Rast e partiyên din hene, lê Partiya Karkerên Kurdistanê mezintirîn partiyên di nava gelê Kurd û gelên herêmê de ye. Çalakî û xebat hene ji bo navê wê ji lîsteya terorê were rakin û ew jî baş in, lê derxistina navê Partiya Karkerên Kurdistanê ji lîsteya terorê divê bi biriyareke navneteweyî û pîvanên siyasî be.

Fermandarên Partiya Karkerên Kurdistanê  teqez kirin ku ji bo ku doza kurdî were naskirin, gavên yekemîn ên ku divê werin avêtin, navê partiyê ji lîsteya terorê were derxistin,  hpn van daxuyaniyan çawa dinirxînin?

Helbet, gavên yekemîn ên ku divê werin avêtin da ku doza kurdî were naskirin, navê Partiya Karkerên Kurdistanê ji lîsteyên terorê were derxistin, ronakbîrê mezin Abdullah Ocalan ji girtîgehê were berdan û ji hemû malbatên gelê Kurd re yên ku bûne mexdûrên sûcên Tirkiyê tawazî werin dayîn.

Di demên dawî de beşek ji siyasetmedar û rewşenbîrên cîhanî dest bi însiyatîfekê kir da ku bangê li civata navneteweyî bike ku navê PKK`ê ji lîsteyên terorê rake, çawa dê destek ji vê însiyatîfê re were dayîn, çi ji gelên ku baweriya wan bi doza gelê kurd tê, di serî de gelê Ereb ku têkiliyên dîrokî di navbera wan û gelê kurd de hene, tê xwestin?

Ez endamekî kombûnên erebî me ku bang li civaka navneteweyî dike ji bo ku navê Partiya Karkerên Kurdistanê ji lîsteyên terorê were rakin û ronakbîrê mezin Abdullah Ocalan serbest were berdin.

Tevî ku tevgerên fikirî yên partiyê li Sûriyê, Îran û deverên din hene û danûstandinên Amerîka û Yekitiya Ewropayê bi wan re hene, lê xwesteka navneteweyî heye ku navê Partiya Karkerên Kurditanê di nava lîsteyên terorê de bihêle.

Baweriya hemû gelên herêmê bi doza gelê Kurd heye. Ji ber vê yekê jî divê zexteke siyasî navneteweyî were kirin da ku navê PKK`ê ji lîsteyên terorê were rakirin.

(bx)

ANHA