ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-11-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-11-2021
16 mijdar, 2021   00:00

-Çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalka ya bi daxwaza wergirtina cenazeyên gerîlayên şehîd ji hêzên PDK'ê de berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê konferansa xwe li navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlan li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Sûriya Demoratîk (MSD) bi navê "Diruşma û asoyên çareseriya siyasî li Sûriyê" panelekê li bajarê Reqayê li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên gundewarê rojavayê Dêrazorê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşekê li dar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Dirbêsiyê şervanê Hêzên Erkaxweparastinê  şehîd Ridwan Suhbî li goristana Şehîd Rûstem Cûdî oxir dikin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji bo nirxandina geşedanên dawî, Meclisa Navçeya Şedadê bi şandeyeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dicive, saet 14:00'an.

- Malbatên Çeteyên Roj bi rêya ANHA’yê bang li xizmên xwe kirin da ku nebin amûrê qirkirina Kurdan û paş de vegerin Rojava.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji birçîna giyayan dixwin, lingên wan ji meşa di nava daristanan de werimî ne, jineke ducanî jî zarokê xwe ji dest dide. Ev rewşa kesên ji herêmên di bin serweriya PDK`ê de reviyane û li ser sînorê Belarûs-Polonyayê asê mane ye. (BI WÊNE).

-Pêkhateyên Qamişlo da zanîn ku divê pêngava "Dem dema azadiyê'' heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan de bi xurtî dewam bike û got berdewama tecrîdê nîşaneya tirsa hêzên kampîtalîst ji fikirê demokratîk ê rêber Ocalan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomasî ya PYD’ê ya herêma Firatê Bekir Hec Îsa da zanîn ku divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember dewleta Tirk a dagirker bisekine û sûcê qetilkirina kalemêrkî 82 salî di qadên navneteweyî de bixin tevgerê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ermenên Hesekê da zanîn ku êriş û gefên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewama komkujiyên destpêka sedsala 20’an e ku Osmaniyan li dijî wan pêk anîne. Her wiha bang kirin: "Ji bo ku komkujiyên Osmaniyan dûbare nebin divê em hevgirtî bin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- EndamêKomîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a şaxê herêma Firatê Arif Balî da zanîn ku dewletên hegemon ji bo parastina desthilatiya xwe ya faşîst tecrîda girankirî li dijî rêber Ocalan ferz kiriye û teqez kir ku divê gelên Rojhilata Navîn bizanin ku çareserkirina krîzên li herêmê di azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan de pêkan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdan ên Tebqayê da zanîn ku bi şehadbûna têkoşer Yûsif Gulo û heviyên wî ve meşaleya berxwedanê venamire, lê belê dê meşaleya berxwedanê li dijî dagirkeriya Tirk gur bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Nivîskar û lêkolînerê karûbarên kurdî yê iraqî Elî Nacî diyar kir  ku ji bo armancên siyasî PKK`ê xistin lîsteya terorê û got, PKK`ê ji bo azadî û rûmeta gelê Kurd û gelên resen ên herêmê tê dikoşe û bi pere an jî kursiyan nafikire. (BI WÊNE).

KURDISTAN

- Rûspiyê eşîra El-Hewes ku yek ji eşîrên El-Efadile El-Şebaniyê ye, Deham El-Şiblî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî li dijî gerîlayên HPG’ê şermezar kirin û bang li gelê herêmê kir ku pişta xwe bidin xwe, ji ber berjewendiyên navneteweyî hêzên navneteweyî tev digerîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê pêşangeheke wêne û pirtûkên rêber Abdullah Ocalan vedike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA