HPC-Jin civîna xwe ya salane li dar xist

Hêzên Parastina Civakî yên Jin civîna xwe ya salane li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xist.

HPC-Jin civîna xwe ya salane li dar xist
15 mijdar, 2021   19:03
QAMIŞLO

Bi diruşma "Di xeta berxwedana jin de û bi rihê berxwedana Zendûra parastina civakê erka me ye" civîna salane ya Hêzên Parastina Civakî yên Jin (HPC-Jin) bi beşdarbûna 70 delegeyan vê sibehê li bajarokê Rimêlan ê kantona Qamişlo dest pê kir.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê endamê Koordînasyona Kongreya Star Rîhan Loqo axivî û wiha got: "Ev civîn nîşana asta têkoşîn û berxwedana jinan a ji bo bidestxistina mafên xwe û mafên gelê xwe û parastina wê ye. Nemaze ku ev civîn di rojeke dîrokî de hate lidarxistin ku Kongreya Star çalakiyên qonaxa duyemîn a Pêngava Dem Dema Azadiyê ye da destpêkirin."

/ar/uploads/files/2021/11/15/182834_2021-11-15-girke-civine-salane-ye-hpcjin-28229.webp

Rîhan Loqo îşaret pê kir ku rola jinên di nav Hêzên Parastina Civakî de di rêxistinkirina jinan, parastina wan ji zihniyeta desthilatdar û pêkanîna azadî û edaletê de girîng e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bi hêvî ne ku civîna salane ya Hêzên Parastina Civakê yên Jin bi biryarên girîng bi dawî bibe ku bikeve xizmeta jinan û mafên wan biparêze."

Paşê nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên li ser jina berxwedêr hatin xwendin û rapora salane ya xebatên HPC-JIN a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin xwendin  û nirxandin.

Di dawiya civînê de ev biryar hatin girtin:

1-Ji bo birêxistinkirina û pêşxistina çanda parastina cewherî dê akademiyên taybet ji jinan re werin vekirin.

2-Ji taxan ve destpê bike, dewreyên perwerdeyê yên parastina cewherî werin birêxistinkirin.

3-Bi armanca xweparastinê, li her derê dibistanên karate û tekwandoyê werin vekirin.

4-Jin di warê parastina cewherî de werin perwedekirin.

5-Ji bingehê ku parastina cewherî çalakiyeke zanisît û çandî ye, dê çalakiyên fikirî, perwerdehî û ragihandin di vî warî de werin lidarxistin.

6-Ji bo tevgerên jinan û tevahî rêxistinan, parastina cewherî karekî meydanî sereke ye, her wiha bingehê avakirina neteweya demokratîk û pêşxistina pergala wê ya rêxistinî ye.

7-Di meclisên jinan de divê komîteyên parastina civakî werin avakirin, ku karibin, komîteyên parastina civakê li tax, gund, navçe û bajaran ava bikin.

8-Li her derê navenêdn sivîl ên parastina rewa werin vekirin.

ANHA