​​​​​​​PDK`ê çi anî serê xelkê heta ku reviyan!

Ji birçîna giyayan dixwin, lingên wan ji meşa di nava daristanan de werimî ne, jineke ducanî jî zarokê xwe ji dest dide. Ev rewşa kesên ji herêmên di bin serweriya PDK`ê de reviyane û li ser sînorê Belarûs-Polonyayê asê mane ye.

​​​​​​​PDK`ê çi anî serê xelkê heta ku reviyan!
16 mijdar, 2021   01:41
NAVENDA NÛÇEYAN-MISTEFA ELO

Trajediya Kurdên ji Başûrê Kurdistanê yên li ser sînorê Belarûs-Polonyayê asê mane, dewam dike. Koçberên ku di nava birçîbûn, serma û seqemê de dijîn, bi mirinê re rû bi rû ne.

Hinek ji wan konên demkî vedane. Li gorî daneyên ji Varşovayê tên, zêdetirî 4 hezar koçber du hefteyan li wê herêmê asê man. Piştî ku koçber gihaştin wê derê, hinekan sûd ji vê rewşê girtin û wan keysbaz dikin, xwarin bi dehan dolaran difiroşin koçberan û av jî bi deh qatê nirxê wê difiroşin.

Hinek ciwan bi taybet ên bi tenê hatine, karîbûnn birevin û derbasî Polonyayê bibin. Hinekên din jî bi zehmetiyeke mezin xwe li daristanên Polonyayê vedişêrin. Yên din jî ji tirsa windabûnê li ser rêyan dimeşin. Lê belê helîkopter û balafirên bêpîlot hene û bi rêya kamereyan û ronahiya di şevê de dikarin cihê kesên reviyane tesbît bikin.

Omîd Ehmed (43) helbestvanekî Kurd û aktvîstek ji bajarê Hewlêrê ye, di 20`ê Cotmehê de ji Hewlêrê derdikeve û berê xwe dide Belarûsê. Omîd Ehmed du rojan li Dubey dimîne, di 23`yê Cotmehê de digihîje Belarûsê. Ehmed jî wekî bi hezaran kesan biryarê dide ji warê xwe derkeve û biçe cihekî ku lê karibe bêyî tirsa binçavkirinê, hestên xwe derbirîne û helbestên xwe binivîse.

Omîd ji bajarê Minsk ê Belarûs bi rêya telefonê wiha dibêje, “Xizmên min di aliyê madî de piştgirî da min, da ku ez bigihêjim vir. Li Hewlêrê, ji ber ku beşdarî xwepêşandanan bûm û min daxwaza mafan û azadiyê kir, ez 3 caran hatim binçavkirin. Min di helbestên xwe de hikumet rexne dikir, ji ber wê ez 3 caran hatim binçavkirin. Êdî min nikaribû siyasetên wan tehmul bikim. Min biryar da ez her tiştî li pişt xwe bihêlim û birevim. Piştî binçavkirinê, min karê xwe ji dest da, kesekî karekî din ji min re peyda nekir, ji ber ku yên alîkariya min kirin asayîşa Kurdistanê gef li wan xwarin.

Min malbata xwe li Hewlêrê hişt (hevjîn û kurê xwe), ji ber zehmet bû em hemû bi hev re derkevin, pereyên min jî têrê nedikir. Eger Kurdistan bihuşt bûya wekî ku siyasetmedarên me dibêjin, ez ê çima dev ji axa xwe berdim. Çima ev kes; jinên ducanî, kesên temenmezin û zarok di van mercên zehmet de ne? Ji sedî 90 ji kesên li vê derê ji Hewlêr an Dihokê ne.”

Piranî koçber ji Başûrê Kurdistanê, bi taybet ji herêmên di bin serweriya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de ne, ji nav wan bi sedan jin û zarok hene û ji hêla hêzên leşkerî yên her du welatan ve dorpêç in. Wê yekê jî metirsiya şerê bi çekan çêkir. Têkildarî wê yekê hin dewletên Ewropayê li ser gihandina pêla koçberiyê bi fikar in û ditirsin ku ev rê têkeve şûna rêya Deryaya Spî. Polonyayê jî zêdetirî 15 hezar leşkerî ji bo parastina sînorê xwe belav kirin.

‛MIN ROJEKÊ XEYAL NEKIR KU XELKÊN WELATÊ XWE DI VÊ REWŞÊ DE BIBÎNIM’

Erselan Izdedîn (60)  bijîşkekî Kurd e û ji zêdetirî 40 salî ve li Polonyayê dijî. Klînîka Îzedîn 15 kîlometre ji cihê koçberan dûr e û di klînîkê bi dehan kesên ji ber ziwabûn û kêmbûna pileya germahiyê ve nexweş in, pêwaz dike.

Desthilatên Polonyayê bi YE’yê re peymanek îmze kir û tê de hate gotin ew nahêle koçber derbasî xaka YE’yê bibin. Ji wê zêdetir jî hin şîrketên balafiran nahêlin welatiyên Iraq, Sûriyê û Îranê biçin Belarûs.

Bijîşk Erselan Izedîn wiha got: "Beriya çend rojan min jineke ducanî ji Dihokê ku di meha xwe ya 8’an de pêşwaz kir, zaroka wê miribû û jin hîna di baldariyê de ye. Ew jin beriya çend hefteyan gihaşt vir û nikare rewşên kirêt ên li daristanê tehemûl bike. Heta niha 11 welatiyan jiyana xwe ji dest daye. Min tu carî xeylan nedikir ku xelkên welatê xwe di vê rewşa trajedîk de pêşwaz bikim an jî bibînim."

Lêçûna vê rêwîtiyê di navbera 10 hezar heta 20 hezar dolar de ye. Têkildarî wê yekê malpera Deutsche Welle ya almanî destnîşan kir ku konsulusxaneyên Belarûsê destûr dan vîzeyan ji ajansên rêwîtiyê re. Belarûs bi awayekî berçav hejmara rêwîstiyên ji welatên Rojhilata Navîn zêde kir, ev yek bû sedem ku hin welatên Ewropî kiryarên Belarusê şermezar bikin.

ANHA