Hesen Koçer: Rêveberiya Xweser bi navê hemû pêkhateyan danûstandinan dike

Hesen Koçer piştrast kir ku divê di nava danûstandinên Rêveberiya Xweser pêk tîne de, naskirina Rêveberiya Xweser û QSD`ê hebe. Her wiha destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser bi navê hemû pêkhateyên herêmê danûstandinan dike.

Hesen Koçer: Rêveberiya Xweser bi navê hemû pêkhateyan danûstandinan dike
12 mijdar, 2021   13:55
QAMIŞLO

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer di merasîma sersaxiyê ya şehîd Yûsif Gulo û her du neviyên wî Mazlûm û Mihemed Gulo de axivî.

Hesen Koçer piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne û got: “Ji destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê ve û heta roja îro li dijî herêmê êrişên leşkerî û siyasî pêk tên, Armanc şikandina vîna me ye.”

Koçer wiha domand: “Êrişên di destpêka Şoreşa Rojava de siyasî bûn, bi wan êrişan ji me re digotin hûn bi rejîmê re ne, lê ew êriş têk çûn. Lewra komên çekdar şandin herêmên me, piştre DAIŞ. Ew jî hatin şikandin. Dûra dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmên me kir.”

Hesen Koçer bang li parityên siyasî, siyasetmedar û hêzên li ser erdê kir ku helwesta xwe li hemberî êrişên dewleta Tirk û êrişa li dijî malbata Gulo nîşan bidin.

Koçer piştrast kir ku armanca sereke ya êrişên dewleta Tirk a dagirker, qirkirina gelê herêmê ye û wiha pê de çû: “Divê hemû hêzên heyî di sêrî de partiyên kurdî, helwesteke zelal li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û li hemberî dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî nîşan bidin. Yekbûna helwesta hemû hêzan, hêzeke din dide şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

Hesen Koçer bal kişand ser gotegotên ku hin alî li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav dikin û got: “Armanca wan êrişan, şikandina vîna gelên herêmê ye.”

Koçer wiha domand: “Hinek alî gotegotan belav dikin û dibêjin Kurd dê bi rejîmê re li hev bikin û dev ji Ereb û pêkhateyên din berdin. Ev îdia ne rast in û derew in. Rejîm bi xwe van îdiayan belav dike.”

Di berdewama axaftina xwe de Hesen Koçer destnîşan kir ku heke danûstandin pêk werin, dê bi navê hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bin, ne tenê bi navê pêkahteyekê li ser hesabê pêkhateyê din be û diyar kir ku şerta wan a sereke ew e ku di danûstandinan de naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hêzên di bin sîwana de hebe. Koçer got: “Kîjan alî şertên me qebûl dike em pê re danûstandinan bikin.”

Hesen koçer di dawiyê de daxuyand ku lihevkirina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi xwînê pêk hatiye û got: “Serkeftina her pêkhateyekê li herêmê ji bo pêkhateyên din jî serkeftin e.”

(şx)

ANHA