ENKS: Hedefgirtina malbata Gulo karekî terorîst e

ENKS`ê ku serdana konê sersaxiyê yê şehîdên komkujiya Hilêliyê kir, êrişa li diîj malbata Gulo ya welatparêz bi karekî terorîst û tirsonek bi nav kir.

ENKS: Hedefgirtina malbata Gulo karekî terorîst e
ENKS: Hedefgirtina malbata Gulo karekî terorîst e
ENKS: Hedefgirtina malbata Gulo karekî terorîst e
12 mijdar, 2021   13:03
QAMIŞLO

Îro bi hezaran beşên civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sersaxî dan malbata şehîd Yûsif Gulo û neviyên wî Mihemed û Mazlûm yên di êrişa droneke dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn.

Ji saetên sibehê ve, şandeyên siyasî, civakî, olî, çandî û sivîl û rûspiyên eşîran berê xwe da taxa Hilêliyê ya rojavayê Qamişlo da ku sersaxî bidin malbata Gulo.

Di nava şandeyan de, şandeya Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) hebû. Bi navê şandeyê sekreterê Partiya Wekhevî ya Demokat a Kurd li Sûriyê û endamê desteya serokatiya ENKS`ê Nimet Dawûd axivî. Dawûd êrişa li dijî malbata Gulo bi karekî terorîst bi nav kir.

Nimet Dawûd di destpêkê de sersaxî ji malbata Gulo re xwest û êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî malbatê şermezar kir û wiha got: “Bi navê ENKS`ê em vê kiryara terorîst û tirsonak a li dijî vê malbata welatparêz şermezar dikin.”

Nimet Dawûd wiha dewam kir: “Ev malbat di nava gelê herêmê de bi têkoşîna xwe tê naskirin. Şehîd Yûsif Gulo ku 80 sal derbas kiribû, bi dehan salên jiyana xwe ji bo xizmeta doza kurdî borandibû. Qedirekî wî yê mezin di nava civakê de hebû.”

 (şx)

ANHA