Rêveberiya Xweser hişyarî da ku bi êrişên dewleta Tirk re DAIŞ vegere

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got, divê Amerîka û Rûsya li gorî lihevkirinan tevbigerin û sînorekî ji êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê re deynin. Her wiha daxuyand ku ev êriş derfetê didin vejandina DAIŞ`ê.

Rêveberiya Xweser hişyarî da ku bi êrişên dewleta Tirk re DAIŞ vegere
12 mijdar, 2021   14:44
QAMIŞLO

Vê sibehê bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê xwe da konê sersaxiyê yê kesayeta welatparêz Yûsif Gulo û neviyên wî Mazlûm û Mihemed Gulo yên 9`ê Mijdarê di êrişa droneke dewleta Tirk a dagirker de li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo şehîd bûbûn.

Şandeyên siyasî, civakî, sivîl, çandî, leşkerî, ewlehî û hêzên Senadîdê herikîn bin konê sersaxiyê yl li pêşiya mala şehîd Yûsif Gulo ya li taxa Hilêliyê ya Qamişlo hatibû vedan.

Konê sersaxiyê bi wêneyên hersê şehîdan, rêber Abdullah Ocalan, alên PKK, PYD û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hat xemilandin.

Di bin konê sersaxiyê de, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Hêvîn Seyid bihêrhatina mêvanan kir û wiha axivî:  “Em ê heta pêkanîna amrancên şehîdan, li ser rêya wan bin. Bila dijmin baş bizanibe ku her şehîdek îsrar û hêza me zêdetir dike, em hêzê ji şehîdên xwe digirin. Bi vê îradeyê em ê li hemberî hemû êrişên dagirkeriya Tirk bisekinin.”

Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Qamişlo Şiyar Ehmed jî sersaxî da hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêber Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Kurd ji beriya bi sed salan ve li ser destê dewleta Tirk rastî hemû cureyên êrişan tên, lê belê heta niha jî dewleta dagirker negihîştiye armanca xwe, nikariya Kurd û hebûna wan qir bike. Ji ber ku Kurd li ser xeta şehîdan dimeşin.”

Endamê Koordînasyona Tevgera Civaka Demokartîk (TEV-DEM) Ayid Îbrahîm jî bal kişand ser têkoşîna şehîd Yûsif Gulo di oxira doza kurdî de û wiha got: “Em niha li konê sersaxiyê yê şehîd Yûsif Gulo ne, ku her tim xeyal dikir bibe şehîdê axa Kurdistanê. Şehîd Yûsif temenê xwe di nava tevgera Kurd de bihorand û beşdarî hemû çalakiyên ji bo maf û azadiya Kurdan bû.”

Îbrahîma wiha dewam kir: “Yûsif Gulo di oxira Kurdistanê û gelê Kurdistanê de canê xwe feda kir, em ê jî destkeftiyên şehîdên xwe biparêzin û li ser rêya vê malbata berxwedêr bimeşin.”

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer jî sersasxî da hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û di şexsê şehîd Yûsif Gulo de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û wiha got: “Ev bûyer ne nû en, faşîzma Tirk di dîrokê de li ser esasê qirkirina gelan hatî avakirin.”

Omer êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kir û got: “Heya kengî wê civata navneteweyî li hemberî êrişên li dijî herêmê bêdeng bimîne? Divê Rûsya û Amerîkayê pabendî lihevkirinan bin û sînorekî ji dewleta Tirk re deynin. Ji ber ku bi rêya van êrişan hewl dide DAIŞ`ê vejîne.”

Ebdulkerîm Omer wiha pê de çû: “Pêvajoya em tê de gelek hesas û girîng e. Dewleta Tirk a dagirker armanc dike gelê kurd qir bike, vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe û Rêveberiya Xweser bi bin bixe. Lê serhildana duh a di merasîmê de, îsbat kir ku gelê herêmê bi doza xwe ve girêdayî ne. Li hemberî planên dewleta Tirk û alîgirên wê bersiv bû ku nikarin vîna pêkhateyên herêmê bişikînin. Wan soza şopandina rêya şehîdan û xwederketina li Rêveberiya Xweser da.”

Ebdulkerîm Omer piştrast kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo dabînkirina hemû pêdiviyên gelên herêmê dê kar û xebatên xwe berdewam bike û dê li hemberî planên dagirkeriyê li ber xwe bide û ev li gotinên xwe zêde kir: “Bêyî tevlêbûna hemû pêkhateyên Sûriyê em bi tu alî re lihev nakin. Berxwedana me heta ku rêveberiya me tê naskirin, wê berdewam bike. Em amade ne bi hikumeta Şamê re diyalogê bikin da ku aloziya li welêt bi awayekî aştiyane çareser bikin.”

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Hikumet Hebîb jî axivî û got: “Dewleta Tirk sponserê terorê ye. Dema nikarî bi rêya terorê û DAIŞ`ê projeya me pêk bibin, vê carê berê xwe da şerê taybet û hedefgirtina kesayetên welatparêz.”

Hikumet Hebîb wiha behsa şehîd Yusif Gulo kir: “Apê Yusif sembola welatparêziyê ye, îro bedewtirîn destanîn lehengiyê xêz dike. Ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk a pirrengî û nenavendî, divê em li ser bingeha biratiya gelan û jiyana hevbeş destê xwe bidin hev.”

Bi navê her sê şehîdan Îbrahîm Gulo hêvî kir ku şehadeta Yusif Gulo, ji bo pêkhatina yekitiya kurdan bibe rê û ji bo hemû parçeyên Kurdistanê bibe serkeftinek û wiha domand: “Em şehadeta Yusif Gulo li Kurdistanê û gelê wê pîroz dikin. Ji ber ku ev berxwedan kurdistanî bû û ji bo gelên wê bû. Berxwedan jiyan e wê dirûşma me ya bingehîn be.”

ANHA