Çete nahêlin şêniyên Şêrawa zeytûnên xwe berhev bikin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku li gundên navçeya Şêrawa yên dagirkirî bi cih dibin, bi hinceta hebûna mayînan nahêlin şêniyên gundê Birc Heyder ê dagirkirî ku biçin nava zeviyên zeytûnan.

Çete nahêlin şêniyên Şêrawa zeytûnên xwe berhev bikin
12 mijdar, 2021   12:51
ŞEHBA

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca tengavkirina wan û desteserkirina zevî û malên wan, tengavkirina şêniyên gundên navçeya Şêrawa yên dagirkirî dewam dike.

Çavkaniyên ji herêmê gotin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku li gundên navçeya Şêrawa yên dagirkirî bi cih bûne, bi hinceta hebûna mayînan nahêlin şêniyên resen biçin nava zeviyên xwe yan nêzî wan bibin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di van deman de şênî ji bo berhevkirina berhemên zeytînan berê xwe didin zeviyên xwe, lê çete karê wan asteng dikin û piştre berhemên wan didizin.

(dx)

ANHA