Endamên Kongreya DYA’yê xwest Îxwan El-Muslimîn bikeve lîsteya rêxistinên terorîst

Endamên Partiya Komarparêz a projeyek pêşkêş kir û bang li Wezareta Karên Derve ya DYA’yê hat kir ku Îxwan El-Muslimîn wek rêxistineke terorîst bi nav bike.

Endamên Kongreya DYA’yê xwest Îxwan El-Muslimîn bikeve lîsteya rêxistinên terorîst
6 mijdar, 2021   09:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên partiyê yên ku muzakere pêşkêş kirine ev in; Ted Cruz, Jim Inhofe, Ron Jackson û endamên din ên komarparêz ên Senatoyê.

Di daxuyaniyê de ku nivîsgeha senator Ted Cruz daye, hat ragihandin ku reşnivîsa projeyê ji Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) daxwaz dike ku rayeya xwe ya qanûnî bi kar bîne da ku koma Îxwan El-Muslimîn wek rêxistineke terorîst a biyanî bi nav bike. Her wiha reşnivîs bi hevkariya 15 endamên Senatoyê û Kongreyê hatiye amadekirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li gorî wê ji Wezareta Karên Derve tê xwestin ku raporekê ji Kongreyê rê pêşkêş bike ku tê de tê diyarkirin bê ka pîvanên navneteweyî yên senifandinê li koma Îxwanan tê yan na. Bi vê girtekê re, DYA dê fînansekirina komê sînordar bike.

Senator Cruz wiha got: "Divê em tev li hevkarên xwe yên li dewletên erebî bibin û bi awayekî fermî rastiya Îxwan El-Muslimîn wek rêxistinek terorîst ragihînin. Ez bi pêşkêşkirina vê projeyê serbilind im da ku rêvberiya Biden wan wisa bisenifîne û şerê neteweya me ya li dijî terora tundraw xurt bike.”

(dm)