​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk ji gundê Îska 2 welatiyên din jî revandin-HATE NÛKIRIN

Çeteyên dewleta Tirk vê sibehê 2 şêniyên ji gundê Îska yê ya girêdayî navenda Efrînê revandin.

​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk ji gundê Îska 2 welatiyên din jî revandin-HATE NÛKIRIN
6 mijdar, 2021   10:16
EFRÎN

Îro saet dora 10.00’an li ser bendeke kontrole ya çeteyên dewleta Tirk a dagiker a li gundê Tirindê yê girêdayî navenda bajarê Efrînê Efrînê 2 welatiyên Kurd hatin revandin.

Hate zanîn ku kesên hatine revandin; Ciwan Hikmet Silik û Abdû Ehmed Elîko ne ku ji gundê Îska yê girêdayî navenda Efrînê ne.

Her wiha li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji herêmê dane, çeteyan duh jî ji heman gundî 14 kes revandine.