Li Iraqê di xwepêşandanan de 100 kes birîndar bûn

Duh xwepêşandêr û hêzên ewlekariyê yên Bexdayê di xwepêşandanên alîgirên partiyên şîe yên dijberî encamên hilbijartinên parlamantoyê de bi hev ketin. Di encamê de zêdetirî 100 kes birîndar bûn. Rayedaran der barê bûyerê de dest bi lêpirsînê kir.

Li Iraqê di xwepêşandanan de 100 kes birîndar bûn
6 mijdar, 2021   09:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî ewlekariyê yê Iraqê ji AFP'ê re got di encama şer de xwepêşandêrek birîndar bû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Di şer de zêdetirî 100 xwepêşandêr birîndar bûn ku hewl didan bikevin Herêma Kesk a li navenda paytext Bexdayê.

Li gorî AFP'ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekê Tûgayên Hizbullahê ku yek ji komên Heşdî Şebî ye û dezgehên çapemeniya herêmî ragihand ku li Herêma Kesk şer careke din dest pê kir.

Çavkaniyan, hêzên ewlekariyê tawanbar kirin ku hêzên ewlehiyê agir bi konê xwepêşendêran xistiye ku li têketina Herêma Kesk hatibû danîn.    

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî fermana avakirina komîteyekê da ku têkildarî "bûyerên roja înê" lêpirsînê çêke. Her wiha serokkomarê welêt Berhem Salih banga aramiyê kir û serokê Tevgera Sedr Muqteda El-Sedr bang li xwepêşandêran kir ku Heşdî Şebî reş nekin.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlekariyê di daxuyaniyekê de ragihand ku Kazimî perspektîf daye ku lêkolîneke berfireh der barê bûyerên roja înê de were çêkirin û encamên wê werin eşkerekirin.

Serokwezîr bang li aliyên siyasî yên cuda kir ku aram bin û diyalogê bikin.

 (dx)