ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-11-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-11-2021
6 mijdar, 2021   00:00

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi armanca şeremzarkirina êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyekê li taxa Miftî ya bajarê Hesekê dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk a dagierk hewl da cihên ku dagir kirine bike Tirk û dibêje dagirkeriya wê ne mayînde ye. Lê ji sala 2016'an ve Cerablus, Ezaz, Bab, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine û bi xwe ve girê dane. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Kevneşopa komkujiyan ku dewleta Tirk a dagirker ji Osmaniyan dewr girtiye, îro bi gefên nû yên li dijî gelên herêmê dewam dike. (BI WÊNE)

- Koçberên Efrînê di xweparastin û parastina destkeftiyên gel de, xwe dispêrin şerê gelê şoreşger û parastina cewherî. Ji ber ku ev rêgez ji hemû cûre êriş bersiva herî guncaw e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê Ehmed Dawûd destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker li Bakurê Sûriyê sûcê şer kiriye, ji ber vê yekê divê li pêşberî dadgeha navneteweyî were cezakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Di rojên dawîn de di nîqaş û analîzên têkildarî Rojava de mijara bingehîn a derdikeve pêş, rewşa muhtemel a êrişê ya dewleta Tirk e. Ev rewşa ku gelên di nava şert û mercên şer de dijîn her tim pê re rû bi rû ne, li ser gelên Rojava girantir e. Her çend ne mimkun be ku mirov texmîn bike dê kengî çêbe jî, divê her tim îhtîmala şer were dîtin.

CIVAK Û JIYAN

- Desteya Rêveberiya Herêmî ya Herêma Efrînê bi destpêkirina gelek projeyên xizmetguzariyê li kantona Şehbayê, amadekariya pêşwazîkirina demsala zivistanê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA