Çiya Kurd: Rûsya hewl dide diyalogan bi pêş bixe

Bedran Çiya Kurd diyar kir ku ji ber ku Amerîka di hundirê Sûriyê de bi Rûsya re gelekî binakok e dixwaze mijara Sûriyê radestî Rûsya bike.

Çiya Kurd: Rûsya hewl dide diyalogan bi pêş bixe
4 mijdar, 2021   00:34
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Çiya Kurd, anî ziman ku Rûsya niha dixweze pevajoyeke diyalog û danûstandinê li gel Şamê çêbike û ev agahî ji me re parve kir: “Me ji Rûsya re got ku em amade ne, nêrînên me ji bo çareseriyê zelal in. Divê nêrînên her kesî zelal bin.”

Bedran Çiya Kurd, destnîşan kir ku heya niha dewleta Tirk ji Amerîka û Rûsya erêkirinek ji bo êrişan wernegirtiye, lê xeterî hin jî berdewam dike. Çiya Kurd, bal kişand ser êrişên muhtemel û li beramber vê jî xweparastina gel û got: “Ger şerek çêbibe ji derveyî berxwedanê û xweparastinê tu hilbijêreke din tune ye.”

Çiya Kurd, li gor agahiyên wan wergirtine got, dewleta Tirk û hevalbendên wê wekî Koalîsyona Niştîmaniya Sûrî, ENKS û hin komên din li Ewropa, Amerîka gelek cihan bi armanca QSD, YPG, Rêveberiya Xweser têxin lîsteya terorê digerin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd, derbarê êriş û gefên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevîdtinên bi welatên derve re pêk anîn, civînên Biden û Erdogan re pêk hat, diyalogên muhtemel bi Şamê re ji ANHA re axivî.

Ev demeke dewleta Tirk hewl dide dagirkeriya xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê fireh bike. Ji bo wê êriş û gefên xwe xurtir kiriye. Di serî de hûn van êriş û gefên dawî yên dewleta Tirk çawa dinirxînin?

Ev gefên dawî yên dewleta faşîst li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di asteke bilind û cidî ne. Hikûmeta AKP/MHP xwedî biryar û plana êrişeke dagirkeriyê li ser herêmê ye. Salane vê dike û dixwazê vê siyasetê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam bike. Ji bo wê jî amadekariyên xwe kirine, li ser ragihandinê jî şeklekî berfireh propagandaya wê dike ku hem rewşeke derûnî zeyif li ser gelê herêmê çêbike hem jî atmosfereke piştgir ji bo xwe çêbike. Bê guman heya niha di vê derbarê de erêkirina hemû aliyan negirtiye. Çi aliyê Amerîka çi jî Rûsya dibe. Niha di nav tevgereke diplomatîk de ye ku dixwaze erêkirina wan welatan bigire û wiha êrişekê pêş bixe. Dewleta Tirk bê êrekirina Rûsya û Amerîka nikare tu êrişan bike. Berê êrişên ku li ser Efrîn, Cerbalus, Bab, Serêkaniyê, Girê Spî lihevkirinên bi hêzên peywendîdar re wekî Amerîka û Rûsya çêkirin. Ji bo wê di êrişên dewleta Tirk de rolên wan welatan girîng in. Heya niha tu erêkirin nehatine dayîn, lê welatên mezin in û berjewendiyên wan ên bigihînin hevdu hene ku lihev bikin û erê bikin. Divê em di nav amadekariyên mezin de bin. Wekî ku wê êriş çêbibe em di hemû aliyan de amade bin. Tu carî em ne aligirên şer in ku erişek çêbibe. Lê ger şerek çêbibe ji derveyî berxwedan û xweparastinê tu hilbijereke din wê nebe. Bi hemû derfet û destkeftiyên xwe em ê têkevin nav parastinê. Ji ber dewleta Tirk a dagirker li dijî dagirkeriyê derveyî rêya berxwedaniyê ji me re nahêle.

Ji bo destûr ji êrişan re bigire rejîma AKP’ê gelek hevdîtin bi dewletan re pêk anîn. Ger destûra êrişa bigire wê dewleta Tirk bi rewşeke çawa rû bi rû bimîne?

Di civîna Biden û Erdogan de cardin ev mijar tevî ku ne mijara serekê bû û ji aliyê Amerîka û Biden de neket rojevê ku gelek pirsgirêkên mezintirîn hene ku Amerîka bi Tirkiyê re nîqaş bike, lê ruxmî wê Erdogan ew kir nîqaşê. Li gor agahiyên me girtine Amerîka nerazî ye ku êrişek çêbibe. Jê re gotiye ku gelek karên hevbeş li ser Sûriyê dikin hene. Idlib bi nav kir, lê wekî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Amerîka jê re gotiye ku ji ber berjewendiyên me li wir hene em li wir in, em qebûl nakin êrişek çêbibe. Her wiha di hevdîtinên me bi Rûsya re yên dawî de wan jî anî ziman ku wan êriş nepejirandine, gotin em qebûl nakin, lê divê em tedbirên pêwîst li ser erdê bigirin. Ev nêrînên her du aliyên mezin ên ku di rewşa Sûriyê de peywendîdar in. Lê em nizanin mumkin e berjewendiyên wan bigîhinin hev û cardin li hev bikin. Em, bi hêvîn e tu bazar çênebin û her du welat roleke xwe girîng ji bo çareseriyê bilîzin ku rê li pêş êrişeke muhtemel li ser van herêmên me çêbibin bigirin.

Ger bêdestûr êriş bike…

Ger dewleta Tirk bê destûrê bigire û karekî wiha bike wê encamekî gelek xirab di serî de ji bo dewleta Tirk derkeve hole. Rewşa hundirîn a dewleta Tirk tê zanîn ku di aliyê aborî, siyasî de di krîzeke kûr de  û her diçe pêş dikeve wê kurtir bibe û bibe sedem ku di hundirê Tirkiyê de ji aliyê civakê ve helwesteke gelek mezin pêş bikeve. Di parlementoya Tirkiyê de dema tezkerê hat dirêjkirin CHP, HDP û hin partiyên din erê nekirin. CHP cara yekem e ku tezkereyê erê nake. Di hundirê Tirkiyê de meyleke mezin heye ku êdî dewleta Tirk destwerdana derve neke. Wê ji bo dewleta Tirk pirsgirêkeke giran be.  Tevî ku wekî Rûsya û Amerîka dibêjin ger êrişeke giran çêbibe em ê li dijî wê xwedî helwest bin û di aliyê siyaseta Amerîka de jî di mijarên aborî de ew cezayên hatibûn taloqkirin wê giran bikin.

Ger êrişek çêbibe di hundirê herêmê de wê bibe sedema pirsgirêkên gelek mezin. Aramiya heyî wê têk here û cardin wê bibe sedema pênaberiyê û koçberiyeke mezin. Ev pênaberî ji bo her kesî bargiranî û pirsgirêkeke mezin e. Divê em rê li pêşiya rewşeke wiha bigirin. DAIŞ û El-Qaîdê taybet di herêmên bin dagirkeriya dewleta Tirk de xwe birêxistin dikin.  Ger cardin êrişek wiha çêbibe wê ev kom xwe bi hêz bikin û herêmên dagirkirî ji xwe re bikin baregeh. Wê ji wir dest pê bikin ku êrişên xwe li ser herêmê, Ewropa û berjewendiyên van welatên mezin pêş bixe. Pêşiya van êrîşên muhtemel girtin hem di berjewendiya Amerîka, Rûsya, Ewrûpa de hem jî di berjewendiya hikûmeta Şamê, welatên Ereban de be.

Piştî lûtkeya G-20 a di navbera Erdogan û Biden de hevdîtin pêk hatin. Di hevdîtinan de Erdogan dîsa ji bo YPG, QSD`ê têxin lîsteya terorê hewl da. Lê cihên di bin dagirkeriya wan de ne bi çeteyan hêza tên avakirin. Hûn vê xeteriyê û nakokiyê çawa dibînin?

Hemû hewldanên hikûmeta Tirkiyê û hevalbendên wê wekî Îtîlafa Sûriyê, ENKS û hin komên din li gor agahiyên di destê me de li Ewrûpa, Amerîka gelek cihan bi armanca QSD, YPG, Rêveberiya Xweser têxin lîsteya terorê digerin. Di serî de ev siyaseta dewleta Tirk e û vê carê vekirî ji welatên Amerîka, Ewrûpa re dibeje ku hûn rêxistinên `terorîst` destek dikin. Ev ne rast e, bi vê re Tirkiyê dixwaze piştgiriya her kesî ji bo xwe çêbike ku li dijî me şer bike. Wekî ku bi salane şerê Kurdan û taybet li dijî Tevgera Azadiyê Kurdistanê piştgiriya NATO, Ewrûpa girt, cardin dixwaze piştgiriyê bigire. Ev siyaseta tunekirin, qirkirina Kurdan û projeya Rêveberiya Xweser e. Divê tu kes nebe hevkarê siyaseta dewleta Tirk a qirkirina Kurdan. Dewleta Tirk li dijî berjewendiyên NATO, YE, Welatên Ereban tev digere û dixwaze her tiştî li gor berjewendiyên xwe bi rêxistin bike û dost, dijmina ji xwe re diyar dike. Em berovajî wê dibînin ku dewleta Tirk bi van siyasetên xwe lûtkeya terorê temsîl dike.

Agahî di destê me de hene ku hejmareke mezin ji DAIŞ, El -Nûsra, El-Qaîde derbasî Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî dibin, li wir xwe birêxistin dikin. Ji wan cihan êrîşên terorî ji bo herêmên me û herêmên Ewrûpa koordîne dikin. Dewleta Tirk bûye navendek û çavkaniyek ku ev komên tundrew xwe lê digrin û dewleta Tirk xwedî li wan derdikeve, wan bi rê ve dibe.

Di nêrîna we de Erdogan ji hevdîtina Biden bi taybet ji bo êrişeke berfireh li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çi vegeriya?

Tiştê ku Erdogan dixwest ji Biden bigire negirt. Erdogan dixwest erêkirina êrişekî li ser herêmê ji Biden bigire.  Piştgiriya Koalîsyonê, hevgirtina navdewletî li dijî terorê ji QSD`ê re qut bike. Ev daxwezên wan yên esasî bûn. Xuya dike ku problemên rêvberiya Amerîka bi Erdogan û hikûmeta AKP`ê re mezintirînin. Nexwest vê mijarê gelekî nîqaş bikin û piştî hevdîtinê jî rêveberiya Amerîka tekez kir ku QSD`ê hevkarekî girîng e û piştgiriya wan ji bo wê dewam bike. Erdogan piştî civînê yekser got ku rêveberiya Amerîka piştgiriya rêxisitina terorîst dike. Xuya ye encamên ku Erdogan daxwaz dikir negirtin. Erdogan bi hêvî bû ku di civîna G-20 û ya Biden re bi temamî piştgiriyeke mezin li dijî Kurdan, QSD`ê Rêvberiya Xweser bigire. Erdogan ketiye tecrîdeke siyasî, dîplomasî êdî wekî ku dixwaze her kes pê re nealîkar û hevkar e. Ev nîşan dide ku êdî siyaseta AKP’ê di cîhanê de nema tê pejirandin. Êdî pêwîst e dewleta Tirk vê siyasetê bide guhertin. Ev siyaset nakeve xizmeta çareseriyê, aramiyê. Biden di civînê de gotiye em bi hêvîn e ku demokrasî û mafên mirovan di hundirê Tirkiyê de pêş bikeve. Nêrînek raste rast ji Erdogan re ewe ku demokrasî hatiye perçiqandin, mafê mirovan naye parastin, rê li pêş siyasetê hatiye girtin.

PÊVAJOYA SERDEMA AKP/MHP TIJÎ BÛYE

Rêveberiya Amerîka beriya hilbijartinê gotibû ku em ê piştgirî bidin opozîsyona siyasî ya hikûmeta AKP/MHP’ê. Xuya dike ku hinek hewldan li ser Tirkiyê û rejîma siyasî hene. Rojên pêş wê diyar bibin ku ev hewldan bi çi encam bin. Pêvajoya serdema AKP/MHP’ê tijî bûye. Êdî dewleta Tirk bi vê siyasetê dikeve rewşeke xirab. Ji aliyên welatên rojava, hêzên hegemonîk di serî de Amerîka, Brîtanya, welatên Ewropa hewldanek heye ku êdî rejîma siyasî di hundirê Tirkiyê de biguherin. Ji niha ve piştgiriya xwe ji hin hêzên opozîsyonê re nîşan didin ku bi rêya wan li Tirkiyê guhertinan çêbikin. Ji bo wê jî dewleta Tirk di pêvajoyeke krîtîk de ye. Erdogan jî fêm kiriye ku serdema wan temam dibe. Ji bo xwe ji vê tengasiyê derbixe, têk neçe pêwîstî dibîne ku şerekî li dijî Kurdan bike û bikare xwe bihêz bike. Cardin rewşa heyî di hundirê Tirkiyê de veşêre. Bi pêkanîna êrişek li ser herêmên me rojevekê ava bike ku her kesî bi wê re mijûl bike. Ji ber wê lez dike ku tevgereke leşkerî derdor pêk bîne.

Rûsya li herêmê aktoreke. Ev çend roj in Rûsya li Til Temir, Eyn Îsa tatbîqatên leşkerî pêk anîn. Di pêvajoyeke ku gefên dagirkeriyê li ser herêmê hene pêkanîna van tatbîqatan çi peyaman dide?

Ev dema dawî Rûsya di krîza Sûriyê de hinek din bandora xwe zêde dike. Êdî însiyatifên piralî ketiye destê wan. Encamê hinek hevdîtinên di vê dawiyê de di navbera Amerîka-Rûsya çêbûn wekî ku Amerîka dixwaze mijara Sûriyê radestî Rûsya bike derket holê. Amerîka naxwaze di hundirê Sûriyê de bi Rûsya re gelekî binakok be. Dixwaze hemahengiyekî de pê re kar bike, dixwaze giraniya xwe têxe, li dijî Çînê ku dereceya yekem ji xwe re xeter dibîne. Rûsya ji bo wê di vê demê de di aliyê siyasî de hewl dide ku çawa navbera Rêvberiya Xweser û hikûmeta Şamê diyalogan pêş bixe. Em bi hêvîn e ku di vê derbarê de pêşketinek çêbibe. Îrade û biryar hebe bi aliyên Sûriyê re dê diyalog pêş bikevin. Rûsya ji bo komîteya Destûrê xwedî bandor û însiyatîf bû ku ji bo ku pevajoyek siyasî pêş bixe. Di aliyê leşkerî de jî gelek cihan xwe bi bandor dike û bi cih dike.

HIN PEYAMÊN GIRÎNG JI TATBÎQATÊN LEŞKERÎ

Tevgera wan a leşkerî ya dawî peyamên girîng tê de hene. Peyamek ji wan ji bo Tirkiye ew e ku dibeje `ger tu destûra me negire tu nikare tu tevegreke leşkerî li vir bike.` Peyamek ji bo Amerîka jî ew e ku dibeje`em hêzêk mezin in ku em biryara guhertina li herêmê didin.` Bi van tiştan Rûsya peyam dide Amerîka, NATO, Tirkiyê û her kesî. Heye ku hêza yekem bi bandor ew e. Rûsya di vê demê de di hundirê Sûriyê de hêzêke bibandor e.  Em bi hêvîn e Rûsya hem di çareseriya siyasî hem jî ji bo pêşxistina diyalogên siyasî de, cidî û bi hêz ser bisekine. Her wiha ji bo aramiyê jî roleke girîng bilîze ku rê nede dewleta Tirk û komên çete êrişên dagirkeriyê pêk bînin. Me ev mijar li ser erdê gelekî bi berfireh di civînên dawî yên bi Rûsya re nîqaş kir. Hinek kar û xebatên hevbeş yên pratîk li ser erdê hene. Hem di aliyê siyasî de jî hinek xebat hene ku em bi hêvîn e ev bi encamek baş derbikevin holê.

Tehamûla dewleta Tirk ji deskeftiyên Kurdan re nîne, ji bo wê jî êrişî her kesî dikin. Yên ku piştgiriya vê projeyê dikin, heta welatên ku em bi wan re hevdîtin dikin êrişî wan jî dikin. Heta saziya ragahandinê ya ku hevpeyvînek bi rêveberên Kurdan re çêkir êrişî wê dezgehê kir. Berjewendiyên her welatekî li herêmê heye. Bê gûman Sûriye bûye qadek ku her alî dixwaze berjewendiyên xwe tê de biparêze. Ji ber wê jî pirsgirêka Sûriyê ji destê sûriyan derketiye. Lihevkirineke siyasî çênabe û her diçe pirsgirêk kûr dibe. Beriya her tiştî divê hemû aliyên Sûriyê xwedî biryar û îrade bin. Ji bo çareseriyeke mayînde divê di nav xwe de lihevkirî bin. Em Rêveberiya Xweser di vê mijarê de amade ne û bi biryar in ku wekî sûrî li hev bikin. Êdî wê hişmendiya ku bixwazin wekî berê pirsgirêk çareser bikin ne mimkûn e. Em amade ne ku hemû aliyên Sûrî re têkevin nav danûstandinan û ji bo berjewendiyên gelê Sûriyê çi pêwîste em ê bikin.

Ez dixwezim hîn zêdetir behsa diyalogên bi Şamê re bikim. Hevdîtinên we hene gelo? Her wiha ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirk û pêşîlêgirtina êrişên muhtemel erkên dikevin ser milê hikûmeta Şamê çi ne?

Niha tu diyalog tune ne. Berê çend caran hinek civîn û hevdîtin çêbûn, lê ew civîn bê encam man. Rawestiyan. Ji ber ku tê zanîn hikûmeta Şamê ji bo çareseriyê çawa difikire. Rûsya niha dixwaze pevajoyeke diyalog û danûstandinê li gel Şamê çêbike. Me got em amade ne, nêrînên me ji bo çareseriyê zelal in. Lê ya girîng em dixwazin fêm bikin bi rastî di vê derbarê de hikûmeta Şamê çiqas amade ye û nêrînên wan ji bo çareseriyê çi ne? Ji bo çareseriyê heya niha di vê derbarê de me nêrînek zelal nedîtiye. Dîve welatek wekî Rûsya rol bilîze, heta li ser hikûmeta Şamê zext bike ku wekî rêya herî guncaw ji bo çareseriyê çi be esas bê girtin. Lê heya niha nêrîneke zelal derneketiye. Tenê wekî projeya lihevhatina civakî ya ku hikûmeta Şamê û Rûsya li Dera û gelek herêmê pêş xistin ku li ser esasê ku hemû saziyên hikûmeta Şamê vegerin û wekî berê kar bikin. Ji xwe armanc bi vî şeklî ye. Niha bi vî şeklî çareserî nabe.

Ne mumkin e her tişt vegerê wekî 2011`an û hikûmeta Şamê xwe li her cihî bi cih bike û wekî ku tiştek nebûye tev bigere. Ne mumkin e çareseriyek wiha çêbibe. Serokomarê Sûriyê Beşar Esad jî got ku rewş wê venegere beriya sala 2011`an. Baş e erê venagere, lê li ser erdê di aliyê siyasî, hişmendî de çi tê guhertin? Divê hinek deriyên pratîk vebin ku bawerî çêbibe ku deriyê çareseriyê vekirî ye. Heya niha ev nayê dîtin. Di Cinêv de jî ev nîqaş qaşo di Komîteya Destûrê de çêbûne, ew jî xetimî û bê encam bû. Ji bo wê jî em xwedî biryar bin ku lihevkirineke sûrî çêbibe, ev esasê çareseriyê ye. Piştgiriyeke navdewletî, herêmî yên welatên Ereban bi taybet pêwîst e. Divê bandora hin welatan li Sûriyê were kêmkirin ku ew welat roleke neyînî li ser lihevkirina Sûriyê de dilîzin. Taybet wekî Tirkiyê, Îran. Divê em projeyên xwe bînin ber hev, dibe ku nêrînên me di gelek mijaran de ne wekî hev bin, lê di pêvajoya diyalogan de. Em bawer in em ê bigihin îtîfaqekê. Ya tê xwestin jî ev e, li ser vê divê em kar û xebatên cidî bikin.

We li derveyî welat gelek hevdîtin pêk anîn. Bi kurtasî ji van hevdîtinan çi derket, girîngiya wan çi bûn?

Me gelek hevdîtin bi welatan re, hikûmetan re, cihên fermî, saziyên sivîl, partî, parlementer û kesayetan re çêkirin. Di beşê fermî de piraniya welatên Ewropa me dîtin. Helwestên wan di gelek mijaran de zelal bûn. Mînak ji bo têkoşîna li dijî terorê bi temamî hemfirkir in, di parastina aramiya herêmê de piştgirî didin. Di aliyê aborî, însanî, siyasî de jî xwedî nêrîn in ku Rêveberiya Xweser nimûneyeke baş e, dibe mumkin e bibe bingeheke çareseriya Sûriyê de. Me kes nedît ku bibeje ev rêveberî ji bo Sûriyê û Tirkiyê xetere ye û ne baş e. Li dijî êriş û gefên dewleta Tirk hemû welat yeknêrîn bûn ku kes qebûl nake êrişên dewleta Tirk çêbibin. Bi giştî welatên Ewropa ji siyaseta dewleta Tirk ne razî ne û aciziyên xwe anîn ser ziman. Lê di aliyê pratîk de wê li dijî siyaseta dewleta Tirk bikaribin tiştekî bikin nexwedî biryarên gelekî zelal in. Ji ber berjewendiyên wan yên aborî hene, gelek kaxiz di destê dewleta Tirk de hene; wekî penaberan, piştgirîdayîna komên terorîst li dijî welatên Ewropa bi kar tîne. Lê bi giştî helwestên hikûmetên Ewropa erênî ne. Her wiha soza berdewamkirina pirştgiriyê jî dan. Vebûneke siyasî, danûstandinên pozîtîf hene. Tu pirsgirêkên me bi civaka navdewletî, aliyên fermî re nînin. Berovajî wê Rêvberiya Xweser, QSD`ê ji bo civaka navdewletî xizmetên gelekî pîroz kirine. Her kes vê yekê bi nirx dibîne. Pêwîst e ev têkiliyên heyî bikin îradeyek siyasî, li ser erdê guhertinek çêbikin û ev deskeftiyên çêdibin mayînde bibin. Helwestên civakan ji yên hikûmetan pêştir in. Li Ewropa ev helwesta raya giştî ji bo me gelekî girîng e. Ger em têkiliyên xwe li gel aliyan pêş bixn wê bandora raya giştî li ser biryarên hikûmetan Ewropa bandor bike. Ji bo wê divê em xebatên xwe berfirehtir bikin û biplanên û rêk û pêk bên kirin.

Parlementoya Katalonya statûya herêmê nas kir. Nêzîkatiyên wan welatên wan hevdîtin pêk anîn ji bo qebûlkirina statûyê çawa bûn?

Naskirina statûya siyasî ya Rêveberiya Xweser di hundirê Sûriyê de tu welat zû bi zû wê biryarê nade. Tê zanîn ku qebûlkirina wê girêdayî rewşa Sûriyê giştî û avakirina Destûra Sûriyê ya giştî ye. Hinek biryarên herêman, wekî Katalonya çêbûn ku ev bandoriyeke mezin çêdike, ji siberojê re dibe bingeheke mezin. Hewldan hene ku em vê bingehê xurt bikin. Li gel hin partiyên Ewropa yên nû ku di hilbijartinan de derketine pêş, sazî û dezgehan de jî xebat tên kirin ku roleke girîng di hundir hikûmet û parlementoya Ewropa de bilizîn.

Herî dawî li dijî êriş û gefên heyî yên dewleta Tirk seknek çawa pêwîst e?

Ji hemû pêkhateyên civaka me tê xwestin ku li dijî dagirkerî û êrişan xwedî helwest bin û li kelêka QSD`ê bin. Ev hêza parastina rûmetê ye. Bi vê em dikarin deskeftî û hebûna xwe biparêzin. Îro çawa Erdogan ji bo xwe wekî serdemek hebûn û tunebûnê dibîne, êdî fêm dike ku serkeftina demokrasî û Kurdan ji xwe re dihesibîne ji bo me jî mijara hebûn û tunebûnê ye. Divê em li gor wê tev bigerin. Ger em hinek din berxwedan û têkoşîna xwe mezintir bikin, bawer im ku ev konsepta qirkirina Kurdan wê binkeftineke dîrokî bijî. Ev binkeftina AKP/MHP di vê demê de dijî ger têk here wê di tevahî herêmê de aramî, demokrasî gavek xurt bîne.

ANHA