​​​​​​​Umer Osî: Daxuyaniyên Cemîl Bayik ji bo danûstandinên Rêveberiya Xweser û Şamê bi nirx in

Serokê Însiyatîfa Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê Umer Osî daxuyaniyên Cemîl Bayik û Aldar Xelîl ên têkildarî lihevkirina bi hikumeta Şamê re bi erênî nirxandin. Her wiha destnîşan kir ku ev lihevkirin dê dewleta Sûriyê xurt bike. Osî piştrast kir ku îtîlaf di destê dewleta Tirk de bûye amûr ku dagirkeriya xwe fireh dike.

​​​​​​​Umer Osî: Daxuyaniyên Cemîl Bayik ji bo danûstandinên Rêveberiya Xweser û Şamê bi nirx in
4 mijdar, 2021   05:20
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK Cemîl Bayik piştrast kir ku çareseriya herî rast li Sûriyê ne bi hebûna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ye, lê belê dê bi rêya lihevkirina di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de pêk were.

Di heman çarçoveyê de endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl di daxuyaniyê de gotibû Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û PYD`ê ji bo diyaloga bi hikumeta Şamê re amade ne. Her wiha destnîşan kiribû ku Rêveberiya Xweser ji bo Sûriyê bi giştî projeyeke demokratîk a girîng e.

DAXUYANIYÊN BINIRX Û GIRÎNG

Têkildarî wan daxuyaniyan serokê Însiyatîfa Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê Umer Osî got: “Me daxuyaniyên birêz Aldar Xelîl ên têkildarî amadebûna wan ku diyalogê bi hikumeta Şamê re bikin, ji nêz ve şapandin. Ew daxuyaniyên binirx û girîng in û ew daxuyanî di demekê de Sûriyê rûbirûyî xeteriya dewleta Tirk e pêk hatin."

Osî diyar kir ku axaftina Aldar Xelîl li ser rewabûna hikumeta Şamê axaftineke rasteqîn e û wiha domand: “Wî tercîh kir ku divê diyalog li Şamê pêk were ne li Cinêvê. Ez endamekî şandeya hikumetê bûm, min dît çawa muxalefeta Sûriyê berjewendiyên dewleta Tirk pêk dianîn. Bi wan re efserên MIT`a Tirk hebûn. Mixabin di nav wan de kesayetên Kurd hebûn. Ez bang li wan dikim ku ji îtîlafê derkevin, ji ber ku di destê dewleta Tirk de bûye amûr.”

‛DAXUYANIYÊN CEMÎL BAYIK DIYALOGÊ BI PÊŞ DIXIN’

Derbarê daxuyaniyên Cemîl Bayik, Osî got: “Birêz Cemîl Bayik di karûbarên Sûriyê û Rojhilata Navîn de pispor e û lê maye. Daxuyaniyên wî ku çareserî di lihevkirina navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de nixumandî ye gelekî girîng in û xwe dispêrin tecrubeya têkoşer Cemîl Bayik. Ev daxuyaniyê ajoyeke manewî ji bo pêkanîna diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de ye.”

Osî wiha domand: “Birêz Cemîl Bayik piştrast kir ku tu têkilî di navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û PYD`ê, Rêveberiya Xweser de nîn in. Ev îdiayên dewleta Tirk ne rast in. Ew artêşa Sûriyê jî li ser ewlehiya xwe xeter dibîne. Daxuyaniyên birêz Cemîl Bayik ên têkildarî têkiliya bi Şam û malbata El-Esed re û yên di navbera Kurd û Ereban de, gelek girîng û binirx in. Ew encama fikirê rêber Abdullah Ocalan e.”

‛ME ÎNSIYATÎFEK JI ŞAMÊ Û RÊVEBERIYA XWESER RE PÊŞKÊŞ KIR’

Serokê Însiyatîfa Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê bi armanca pêkanîna koordîneyê di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de li hemberî destwerdana dewleta Tirk, demeke berê reşnivîsa lihevkirinekê eşkere kiribû ku nakokiyên di navbera her du aliyan de çareser bibin.

Rojnameya El-Watan axaftina Osî wiha ragihandibû: “Di reşnivîsê de gelek bend hene ku doza Kurd dozeke neteweyî ya sûrî ye û divê ji bilî Şamê li cihekî din neyê çareserkirin. Ev çareseriya neteweyî li ser bingehê erêkirina mafên rewa yên kurdên li Sûriyê bi garantiyên destûrê di çarçoveya yekitiya serdestiya erdnîgariya neteweyî ya Sûriyê de pêk tên.”

Osî diyar kir ku reşnivîs pergala nenavendîbûnê dipejrîne û di naveroka wê de qanûna rêveberiya herêmî ya 107’an pêk tîne.

Osî ev tişt got: “Em dikarin qanûna rêveberiya herêmî nêzî qanûna Rêveberiya Xweser bikin ku Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) wê pêk tîne. Ji wê zêdetir jî herêmên rojhilatê Firatê û Cizîrê di çarçoveya pêşketineke hevseng de geş dikin. Li gel wê jî saziyên dewleta Sûriyê yên siyasî, leşkerî, ewlehî û rêveberî li herêmên derveyî serweriya hikumetê yên li Firat, Cizîr û herêmên din vedigerîne."

Osî wiha pê de çû: “Ji bo ragihandina vê reşnivîsa însiyatîfa neteweyî kesekî em erkdar nekirin, ne hikumeta Şamê ne jî Rêveberiya Xweser. Ev bi xwe projeyeke neteweyî ye, tê de Însiyatîfa Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê û Kombûna Rewşenbîrên Nîştimanî ya li Qamişloyê, kesayetên welatparêz (bijîşk, endazyar, parêzer, dadger, parlamenterên berê û serokê êlan) ên pêkhateyên Ereb, Kurd, Xiristiyan, Çerkez û pêkhateyên din ên rojhilatê Firatê, Cizîrê û gundewarên Helebê gihaştin hev.”

Osî diyar kir ku belge hîna reşnivîs e û dê têbiniyên Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê di ber çavan re werin derbaskirin. Heta niha nehatiye ragihandin û kengî her du aliyan erê kir, wê demê di civîneke çapemeniyê de li Qamişloyê dê were ragihandin.

Osî ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Me belge ji her du aliyan re pêkêş kir. Rêveberiya Xweser reşnivîs bi erênî nirxand. Ev yek ji daxuyaniyên gelek rayedaran diyar bû, di nav de birêz Aldar Xelîl. Li gorî me navendîbûn gelek aliyên wê yên nebaş hene, çarserî jî ew e ku nenavendîbûn li ser bingeha lihevkirina her du aliyan de pêk were.”

‛LIHEVKIRINA DI NAVBERA HIKUMETA ŞAMÊ Û RÊVEBERIYA XWESER DE DÊ DEWLETA SÛRIYÊ BI HÊZ BIKE’

Têkildarî derfeta lihevkirinek di navber her du aliyan de pêk were Osî ev tişt anî ziman: “Pirsgirêkên mezin di navbera her du aliyan de pir tune ne. Tenê nakokiyeke siyasî li ser çarenûsa Rêveberiya Xweser û rola QSD`ê heye. Em hêvî dikin ku ev nakokî di danûstandinên ku dê di demên bê de li dar kevin de çareser bibin. Em hêvî dikin her du alî, hemleyên van danûstandinan reş dikin, rawestînin.”

Umer Osî bang kir ku hemû hêzên Kurd ên muxalif, alîgir û pêkhateyên din tev li danûstandinan bibin û divê odeyeke operasyonên leşkerî yên hevbeş di navbera QSD, Artêşa Sûriyê, hêzên Rûsyayê û hevalbendên din de were avakirin, da ku li hemberî destwerdana Tirk a muhtemel bisekinin.

Serokê Însiyatîfa Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê Umer Osî wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Me hêvî dikir ku ji ber salan ve lihevkirin di navbera her du aliyan de çêbûba. Lê dîsa jî dem ne dereng e. Ev lihevkirin dê dewleta Sûriyê xurt bike. Yên ku zirarê ji vê lihevkirinê bibînin jî dijminên Sûriyê ne di sêrî dewleta Tirk ku tima dike herêmên din ên Sûriyê dagir bike.”

(şx)

ANHA