​​​​​​​`Bi saya şoreşa jinan Rêveberiya Xweser hat naskirin`

Nûnerên jin ên Rêveberiya Xweser gotin naskirina rêveberiyê ji aliyê herêma Katalonyayê ve, berhema şoreşa jinan e. Jinan di oxira serxistina projeya demokratîk de li hember xeterî û astengiyan sekinî û ev proje bi rêya serdanên ji herêmê re dibe ku bi wê re naskirina navneteweyî pêk were, veguhastin civînên navneteweyî.

​​​​​​​`Bi saya şoreşa jinan Rêveberiya Xweser hat naskirin`
4 mijdar, 2021   04:19
REQA-RUBA EL-ELÎ

Pergala Rêveberiya Xweser a ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê pêk anîn, ji pergala navendî dûr e ku ji destpêka damezrandina Sûriyê ve desthilatî di destî serok û wezîran de ye û rola jinan di rêveberinê de paşguh kirine. Lê Rêveberiya Xweser xwedî li fikrê xwebirêvebirinê derket ku gel bi rêya meclis, rêveberiyên herêmî û komînan xwe bi xwe rê ve bibe û çarenûsa xwe diyar bike.

Rêjeya jinan di saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser de gihaşt ji sedî 50 û di warên perwerde û tenduristiyê de gihaşt ji sedî 75. Li gorî Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev rêje rêveçûna Rêveberiya Xweser di nav de pergala hevserokatiyê piştrast dike.

Jinên pêkhateyên herêmê tev li şoreşê bûn û rêveçûna rejîma berê guhert û xwe bi rê ve birin. Hin jinên din jî bi armanca pênasekirina projeya Rêveberiya Xweser berê xwe da qada navneteweyî. Hinên din jî çek rakirin da ku gelê xwe biparêzin û axa xwe ji çeteyên DAIŞ û dagirkeriya Tirk biparêzin.

Hemwextî salvegera 4`an a rizgarkirina Reqayê ji DAIŞ`ê di 20`ê Cotmehê de parlamentoya Katalonyayê ragihand ku ew Rêveberiya Xweser wek hebûneke siyasî nas dike. Ev naskirin ji aliyê Rêveberiya Xweser ve cihê kêfxweşiyê bû ku di daxuyaniyeke xwe de ya têkildarî vê mijarê got: “Ev pêşketineke balkêş e, rastbûna rêgez û projeya Rêveberiya Xweser îsbat dike ku ji bo aloziya Sûriyê û pêkanîna yekitiyê çareserî ye. Her wiha rêveçûneke demokratîk e ku nûnertiya vîna civakê dike.”

/kr/uploads/files/2021/11/03/192546_-.webp

Têkildarî mijarê şêwirmend û cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê got: “Em parlamenterên Katalonyayê silav dikin. Gava ku avêtine dîrokî ye.”

‛REVEBERIYA JINAN LI SER PERGALA KAPITALIST XETER E’

Emîne Osê diyar kir ku avakirina saziyan ji aliyê jinan ve ku civakê bi hemû aliyên xwe ve bi rê ve dibe, ji tevahî cîhanê re eşkere bû. Bi taybet piştî serdanên herêmî û navneteweyî û veguhestina tecrubeya Rêveberiya Xweser ji derve re. Di encamê de herêma Katalonyayê bi rastiya cewhera Rêveberiya Xweser îtîraf kir. Ji ber ku di tu dewletekê de jin nebûye berdevka warên siyasî yan jî dîplomatîk.

Emîne Osê got biryara Katalonyayê di vê demê de biryareke erênî û gaveke cihê rêzgirtinê ye û li hemberî gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmê bersiveke diyar e û wiha pê de çû: “Ev helwest vedigere kokên dîrokî yên vî gelî ku ji bo serxwebûna xwe têkoşîneke demdirêj nîşan daye.“

Emîne Osê bal kişand ser rola pêşeng a jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet di warê siyasî de ku di encamê de tirs û xof li cem dewletên kapîtalîs û yên zordest çêkir. Emîne sedemên nenaskirina van dewletan ji Rêveberiya Xweser vegerand sedemeke sereke ku ev rêveberî li ser vîna jinan ava bûye û pêşketina civakê bi pêşketina jinan ve girêdayî ye. Ji ber vîna xurt a jinan ku li hemberî xeteriyan sekînî û ev rêveberî bi ser xist, vê rêveberiyê nas nakin.  

Di heman warî de Emîne Osê got: “Ji bo aloziya Sûriyê û aliyên derve mudaxele nekin projea Rêveberiya Xwser çareserî ye. Ev proje hemû sûriyan di Sûriyeyeke pirreng û demokratîk de hembêz dike.”

Emîne Osê îşaret pê kir ku Rêveberiya Xweser têkilî bi aliyên derve û nûnerên gelan re danîne di nav de gelê Katalonyayê ye.

‛GAVEKE PÊŞÎN Û TEŞWÎQKER E’

/kr/uploads/files/2021/11/03/192605_-.webp

Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro naskirina Katalnoyayê ji Rêveberiya Xweser re silva kir û bi gaveke pêşîn a teşwîqker bi nav kir ku dê dewletên din li ser şopa wê bimeşîn û di encamê de Rêveberiya Xweser li ser asta navneteweyî were naskirin.

Cîhan Xidro bi nêrîna Emîne Osê re ku Rêveberiya Xweser ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyê çareseriya herî guncew e li hev kir û wiha domand: “Rêveberiya Xweser zêdetirî nîvê erdnîgariya Sûriyê bi rê ve dibe. Tê de derdora 5 milyon şênî û bi hezaran koçber û penaber hene ku di encama aloziya li bajarên din de berê xwe dane herêmê.”

‛CIHÊ ŞOQMAYÎNÊ YE’

Cîhan Xidro piştrast kir ku rola jinan a di vê projeyê de hişt ku şande serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin û rêvebirina jinan ji dosyaya siyasî re bi şoq kir. Her wiha dayikên şehîdan ku kezebên xwe di oxira serkeftina vê projeyê de dane silav kir.

Cîhan Xidro peyamek ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re nivîsand û ev tişt anî ziman: “Di dîroka têkoşîna rizgariyê de me gelek astengî û zehmetî derbas kirin. Lê hîna em di destpêka rê de ne û êriş li dijî me berdewam in. Dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji bo têkbirina şoreşa jinan bû.”

Cîhan Xidro bang li jinan kir ku bi mafên xwe bawer bin û biparêzin da ku di nava jinan de bibe çandek û civakeke polîtîk-exlaqî tê de edalet heye, were avakirin û wiha pê de çû: Tişta şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji şoreşên berê cuda dike, ew ku jinan xwe di tevahî aliyan de bi rêxistin kir."

Di dawiyê de Cîhan Xidro got: “Ji bo avakirina civakeke demokratîk û azad, em ê şoreşa xwe bikin şoreşa edaleta civakî û em ê bi rêvebiriya jinên azad pêşengiya Sûriya nû bikin.”

(şx)

ANHA