Şêniyên Efrînê sersaxî ji malbata şehîd  Rûmet Cîlo re xwest

Bi sedan şêniyên Efrînê sersaxiya malbata gerîlayê HPG’ê şehîd Rûmet Cîlo li navçeya Fafînê ya Şehbayê xwest. Rûmet Cîlo di 26’ê Cotmehê de li Avaşînê di berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk de şehîd bû.

Şêniyên Efrînê sersaxî ji malbata şehîd  Rûmet Cîlo re xwest
Şêniyên Efrînê sersaxî ji malbata şehîd  Rûmet Cîlo re xwest
Şêniyên Efrînê sersaxî ji malbata şehîd  Rûmet Cîlo re xwest
Şêniyên Efrînê sersaxî ji malbata şehîd  Rûmet Cîlo re xwest
Şêniyên Efrînê sersaxî ji malbata şehîd  Rûmet Cîlo re xwest
Şêniyên Efrînê sersaxî ji malbata şehîd  Rûmet Cîlo re xwest
Şêniyên Efrînê sersaxî ji malbata şehîd  Rûmet Cîlo re xwest
Şêniyên Efrînê sersaxî ji malbata şehîd  Rûmet Cîlo re xwest
Şêniyên Efrînê sersaxî ji malbata şehîd  Rûmet Cîlo re xwest
3 mijdar, 2021   15:40
ŞEHBA

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê konê sersaxiyê li qada dibistana ajotinê ya li aliyê başûrê Fafînê vegirt. Konê sersaxiyê bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê û alên Melisa Malbatên Şehîdan hat xemilandin.

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê berê xwe da konê sersaxiyê û sloganên "Bijî Berxwedana Serdemê û berxwedana gerîlayên li çiyayên Kurdistanê" berz kirin.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Sureya Hebeş axivî û sersaxî ji malbata şehîd Rûmet Cîlo û tevahiya gelê herêma Efrînê re xwest. Sureya Hebeş da zanîn ku şehîdan bi fedekariya xwe rêya azadiyê ronî kir û li hemberî planên dagirkeran mertal bûn.

Sureya Hebeş îşaret bi planên dewleta Tirk ên dagirkirina çiyayên Kurdistanê kir û wiha dewam kir: "Ji beriya 6 mehan ve dagirkeriya Tirk hewl dide çiyayên Kurdistanê bike, mîna Avaşîn, Zap, Metîna û Heftanîn, lê bi saya berxwedana HPG`ê armancên dagirkeriyê negihîştin serî."

Sureya Hebeş di berdewama axaftina xwe de behsa xiyaneta PDK`ê kir û got: "Li kêleka wan êrişan û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayan, PDK`ê bi dewleta Tirk a dagirker re tevkar û îxanetê li gelê Kurd dike. Herî dawî jî 5 gerîla di kemîneke PDK’ê şehîd bûbûn.  Têkildarî vê yekê her çiqasî dayikên şehîdan banga radestkirina cenazeyên Serdem û Tolhildan dikin, lê PDK`ê cenazeyan radestî malbatên wan nake."

Sureya Hebeş bal kişand ser gefên dagirkeriya Tirk ên li dijî navçeya Til Rifetê û ev tişt got: "Gefxwarinên dagirkeriya Tirk ên dagirkirina navçeya Til Rifetê, dikeve çarçoveya şerê taybet û hewl dide bi vê yekê berxwedana wan lawaz bike, lê em ê bersiva dewleta Tirk û çeteyan bidin, gavekê jî bi paş naavêjin û dê Efrînê rizgar bikin û vegerin."

Sureya Hebeş di dawiyê de  destnîşan kir ku her çiqasî dewleta Tirk a dagirker li çiyayên Kurdistanê  çekên kîmyewî  bi kar  tîne jî, lê dê planên wan bi saya berxwedan û berdêlên gerîlayan têk biçin.

/ar/uploads/files/2021/11/03/142029_dlswz-afryn.webp

Piştre endama  Rêveberiya Meclisa navçeya Şêrewa Dilsoz Efrîn piştrast kir ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî çiyayên Kurdistanê û bikaranîna çekên  kîmyewî û tevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re, ji bo têkbirina têkoşîna azadiyê ku 40 salî li hember plan û sûcên wan li ber xwe daye.

/ar/uploads/files/2021/11/03/142043_mhmd-abdy.webp

Endamê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a herêma Efrînê Mihemed Ebdî nasnameya şehîd  Rûmet Cîlo  xwend û radestî malbatê  kir. 

Di dawiyê de beşdaran sloganên "Bijî berxwedana  gerîlayên li çiyayên Kurdistanê  û  şehîd namirin" berz kirin.

(eh)

ANHA