Rewşenbîrên herêma Cizîrê: Êdî bes e ji qirkirin û sûcên dermirovî re

Hevserok û endamê Yekitiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker ne tenê li Başûr Kurdistanê li Rojava jî çekên kîmyewî bi kar anîn, sedema vê yekê jî qirkirina Kurdan e.

Rewşenbîrên herêma Cizîrê: Êdî bes e ji qirkirin û sûcên dermirovî re
2 mijdar, 2021   02:03
QAMIŞLO- SÎMA BIROKÊ

Êrişên Dewleta Tirk a qirker ev 6 meh in li ser herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Li gorî daxuyaniya Hêzên Parastina Gel (HPG) di êrişan de dewleta Tirk a dagirker 323 caran çekên kîmyewî bi kar aniye.

Hevseroka Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Enahîta Sîno da zanîn ku madeyên kîmyewî destpêkê ji bo dermankirina nexweşan hatiye çêkirin, lê belê desthilatdar û kujerên mirovahiyê xistin nava çekan û li dijî mirvan bi kar anîn.

Enahîta Sîno şerê cîhanê yê duyemîn bi bîr xist û got, ji Hîroşîma heta bi Helebçeyê çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Di roja îro de jî dewleta Tirk a dagirker li hember Kurdan bi taybet bi kar tîne.

Her wiha Enahîta Sîno bal kişand ser bêdengiyan navneteweyî û got:"Dewleta Tirk li pêş çavên hemû cîhanê û civatên navneteweyî van çekan bi kar tîne, da ku gelê Kurd ku xwedî dîrokeke kevnar e, qir bike û ji holê rake."

Enahîta Sîno da xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên li ser gerîlayên HPG`ê û bikaranîna çekên kîmyewî hewl dide hemû Kurdan qir bike, ji ber vê yekê divê hemû gel rabe û bêjin ` êdî bes e ji qirkirina Kurdan û sûcên dermirovî re`.

Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Îbrahîm Berekat jî diyar kir ku dewleta Tirk ne cara yekemîn ku li dijî gerîlayên azadiyê û Başûrê Kurdistanê çekên kîmeyewî bi kar tîne, lê belê bi salan e li hebûna Kurdan û hewl dide wan tune bike.

Îbrahîm Berekat destnîşan kir ku dewleta Tirk a qirker ji bo ku kurdan bê parazêvan bihêle û bikare bi hêsanî wan tune bike, çekên kîmeyewî li dijî parêzvanên gelê Kurd bi kar tîne.

Îbrahîm Berekat di dawiyê bal kişand ser bêdengiya hikumetê û wiha got:" Heta niha li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li dijî xaka Başûr, ne hikumeta Başûr û ne jî hikumeta Iraqê dengê xwe nekirine û li dijî van sûcan helwestek raber nekirine.

ANHA