ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-11-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-11-2021
2 mijdar, 2021   00:00

-Li bajar û navçeyên kantona Qamişlo bi boneysa 1'ê Mijdarê Roja Piştgiriya Berxwedana Kobanê ya Cîhanê re meş tên lidarxistin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ya li deriyê Sêmalka ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayan û şeremzarkirina siyaetên PDK'ê berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji rûspiyên êla Cibûr El-Milhim anî ziman ku  Kurd û Ereb ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê li hemberê êrişên muhtemel ên Tirkiyê parastinê herêmê bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Koçberên Efrînê yên di kampa Serdem a kantona Şehbayê de gotin rêxistinên navneteweyî berpirsa kirinên ku dewleta Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de pêk tîne ji ferzkirina cezayên displînî li dijî wî û teqezî li ser bilindkirina berxwedanê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserok û endamê Yekitiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker ne tenê li Başûr Kurdistanê li Rojava jî çekên kîmyewî bi kar anîn, sedema vê yekê jî qirkirina Kurdan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hêzên bi nakok ên li Sûriyê ji bo pêkanîna armancên xwe û berfirehkirina qada dagirkeriyê serî li stratejiyên nû dane. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Dewleta Tirk "Doza Kobanê" di darizandina endamên HPD'ê de yên ku destek da têkbirina DAIŞ'ê li Kobanê bi kar tîne. Necdet Îpekyuz got: " Tirkiyê vê doze mîna şûrekî ji bo tunekirina aştiyê li welat bi kar tîne." (BI WÊNE).

- Hisên Ezam diyar kir ku axaftina hevserokê Konseya Rêveber a KCK`ê di demeke guncaw de hat û got, tifaqa Kurd-Ereban hêza yekane ya sekinandina rijandina xwîna sûriyan û bidawîkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî tevahiya Sûriyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dewleta Tirk a dagirker di gefên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hincetên derew diafirîne. Gelo li pey van gefan çi hene? (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Caziye Horan yek ji dayikên aştiyê û endama rêveber a Yekitiya Jinên Êzidî ye got: "Cihê PDK’ê di nav kurdan de tune ye, ji ber ku welat firot, xwînê gelê Kurd dirêjîne û Başûrê Kurdistanê kir baregehê dagirkeran." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Partiyên siyasî yê kurdî diyar kir ku hêzên kurdî yên êrişî gerîlayan dikin dê navên wan di rûpelên reş ên dîrokî de werin nivisandin û got, li hemberî xiyanet û d êrişên dagirkeriyê divê helwesteke xurt were nîşandan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA