​​​​​​​Koçberên Efrînê: Em ê berxwedanê bilindtir bikin heta azadiya fîzîkî ya rêbertî pêk bînin

Koçberên Efrînê gotin, rêxistinên navneteweyî berpirsên kiryarên dewleta Tirk ên li dijî rêber Abdullah Ocalan in û diyar kirin ku ew ê berxwedanê bilindtir bikin heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk bînin.

​​​​​​​Koçberên Efrînê: Em ê berxwedanê bilindtir bikin heta azadiya fîzîkî ya rêbertî pêk bînin
2 mijdar, 2021   08:09
ŞEHBA – FÎRAS ÎBRAHÎM

Bi bihaneya ku rêber Abdullah Ocalan dema meşê bi hevalên xwe re yên din li girtîgeha Îmraliyê vediguherîne hevdîtin û diyalogê, hikumeta Tirkiyê ji Îlona 2018`an ve ferzkirina cezayên displînê li dijî rêber Abdullah Ocalan didomîne.

Di vê derbarê de koçberên Efrînê yên di Kampa Serdemê de ya kantona Şehbayê dimînin ji ANHA`yê re axivîn û bêdengiya rêxistinên hiqûqî derbarê cezayên displînî yên li ser rêber Ocalan, şermezar kir.

Koçberê bi navê Reşîd Mihemed got: " Tevî hemû rewşên zehmet em qebûl dikin ku di kampan de bijîn, lê em qebûl nakin ku hikumeta Tirk sûcan li dijî rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de, bike."

Reşîd Mihemed bêdengiya navneteweyî û rêxistinên navneteweyî û hiqûqî şermezar kir û mixabîniya xwe li hemberî îdiyayên rêxistinan anî ziman ku qaşo rêxistinên mafên mirovan û mirovahiyê ne.

Mihemed destnîşan kir ku civaka navneteweyî baş dizane ku rêber Abdullah Ocalan rêberê mirovahî û wekheviyê ye û dixwaze hemû gelên cîhanê ne tenê Kurd azad bijîn. Her wiha Mihemed piştrast kir ku dewleta Tirk ji gavên rêbertî di hundirê girtîgeha Îmraliyê de ditirse û ji ber wê vê yekê jî cezayên displînî li ser wî ferz dike.

Mihemed got rêber Abdullah Ocalan dikare dozên Rojhilata Navîn çareser bike, ev yek jî rêbertî di paraznameyên xwe de îsbat kiriye û wiha domand: "Kilîta çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye. Heger dewletên mezin amade bin ku pirsgirêkan çareser bikin, wê demê divê berê xwe bi lez bidin Îmraliyê." 

Di dawiyê de Reşîd Mihemed diyar kir ku azadiya rêber Abdullah Ocalan azadiya hemû gelên bidest û azadiya kantona Efrînê û hemû herêmên dagirkirî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Her wiha koçbera bi navê Sûzan Mistefa jî bêdengiya civaka navneteweyî derbarê kiryarên dewleta Tirk ên li dijî rêber Abdullah Ocalan û ferzkirina cezayên displînî li dijî wî û tecrîda giran, şermezar kir.

Sûzan di axaftina xwe de behsa siysetên qirêj ên dewleta Tirk kir û wiha axivî: "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hemû aliyan de gelek destekftî bidest xist û Rêveberiya Xweser û projeya neteweya demokratîk ku ji aliyê rêbertî ve hatiye pêşkêşkirin, li Rojhilata Navîn bûye modela herî guncaw."

Sûzan Mistefa wiha dawî li axaftina xwe anî: "Mafên ku rêber Abdullah Ocalan ji jinan re pêşkêş kirine tu kesî di nava dîrokê de pêşkêş nekirine. Li ser vî esasî divê em çalakiyên xwe berdewam bikin. Berxwedanê bilind bikin heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan, pêk bînin."

(bx)

ANHA