Li gundewarê Girê Spî tetbîqatên leşkerî yên Rûsyayê

Hêzên Rûsyayê bi balafirên şer û helîkopter tetbîqatên leşkerî li asîmanê rojavayê Girê Spî yê dagirkirî pêk anîn.

Li gundewarê Girê Spî tetbîqatên leşkerî yên Rûsyayê
1 mijdar, 2021   14:53
GIRÊ SPÎ

Cara yekemîn e ku duh hêzên Rûsyayê û hêzên hikumeta Şamê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tetbîqatên leşkerî bi cebilxaneyên zindî li derdora navçeya Til Temirê li nêzî eniyên şer ên bi ser dagirkeriya Tirk ve pêk anîn.

Ev du roj in Rûsya bi 3 balafirên şer û 2 helîkopteran nêzî saetekê tetbîqatên leşkerî li herêma Firatê pêk anîn.

Balafirên Rûsyayê li asîmanê rojavayê Girê Spî û li eniyên şer ên bi ser dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve gerîn û mayînên şewqê û deng avêtin.

(fr)

ANHA