Desteya Jinan wê Mala Parastina Zarok li Minbicê veke

Desteya Jinan ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye serdana Mala Parastina Zarok a li Hesekê kir û rewşa zaokan şopand. Desteyê diyar ku dê Mala Parastina Zarokan li Minbicê jî vekin.

Desteya Jinan wê Mala Parastina Zarok li Minbicê veke
Desteya Jinan wê Mala Parastina Zarok li Minbicê veke
Desteya Jinan wê Mala Parastina Zarok li Minbicê veke
Desteya Jinan wê Mala Parastina Zarok li Minbicê veke
Desteya Jinan wê Mala Parastina Zarok li Minbicê veke
Desteya Jinan wê Mala Parastina Zarok li Minbicê veke
Desteya Jinan wê Mala Parastina Zarok li Minbicê veke
1 mijdar, 2021   14:41
HESEKÊ

Desteya Jinan a Herêma Cizîrê di 26'ê Tebaxê de Mala Parastina Zarok li taxa Mişêrfa ya bajarê Hesekê.

Şande ji Seroka Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye Cîhan Xidro, cîgira wê Rûken Mela Îbrahîm û Rêveberiya Nivîsgeha Qanûnî ya desteyê Kîfa El-Ewad pêk hat.

Seroka Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Zeyneb Sarûxan, cîgira wê Evîn Qafor û rêvberiya Mala Parastina Zarok Zeyneb Kehîl pêşwaziya şandeyê kir.

Di civîna wan de, derbarê girîngiya vekirina malê de di van şert û mercên dijwar de nîqaş kirin. Her wiha behsa rewşa tenduristî, derûn û perwerde yên zarokan hate kirin. Her wiha desteyê diyarî dan zarokan.

Cîgira Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye Rûken Mela Îbrahîm ji ajansa me re diyar kir ku armanc ji serdana wan ew e ku vekirina mala parastina zarok li Hesekê pîroz bikin û rewşa zarokan ji aliyê tenduristî û derûnî û xebatên fêrkirina wan bişopînin.

Rûken Mela Îbrahîm diyar kir deste amede ye ku destekdayîna pêwîst pêşkêşî wan bike. Her wiha anî ziman ku ew jî amedekariyên vekirina navedek din a parastina zarokan li bajarê Minbicê dikin.

Hêjayî gotinê ye ku hejmara zarokên di malê de gihaşt 45 zarokan, destekda dirûnî, tendurîst û perwerde ji wan re tê dayîn.

(dm)