​​​​​​​'Divê gelê Başûr li dijî siyaseta xiyanetê ya PDK'ê serî hilde'

Hevseroka Meclisa PYD'ê ya Herêma Firatê Bêrîvan Îsmaîl bang li gelê Başûr kir ku li dijî siyaseta xiyanetê ya PDK'ê serî hildin.

​​​​​​​'Divê gelê Başûr li dijî siyaseta xiyanetê ya PDK'ê serî hilde'
1 mijdar, 2021   04:08
KOBANÊ- ÇEKDAR EBAS

Dewleta Tirk a dagirker ji 23’yê Nîsanê ve êrişên dijwar li dijî Başûrê Kurdistanê pêk tîne, lê bi berxwedaneke lehengî ya gerîla re rû bi rû ye. Ji bo vê jî dewleta Tirk a dagirker di şerê xwe yê li dijî gerîla de çekên kîmyewî bi kar tîne.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi artêşa Tirk a dagirker re şerê gerîla dike. Çekdarên PDK'ê li herêma Xelîfanê kemînek ji gerîlayan re danîn. Di encamê de 5 gerîla şehîd bûn.

' HELWESTA PDK'Ê JI HEMÛYAN RE EŞKERE YE '

Têkildarî mijarê, hevseroka Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Herêma Firatê Bêrîvan Îsmaîl wiha got: "Dewleta Tirk êrişan li dijî gerîlayên li Başûrê Kurdistanê pêk tîne, bi van êrişan dixwaze hêzên kurdî yên li Başûr tune bike. Em dibînin ku çawa li Başûr digere wek herêmeke bê sînor û her tiştê ku dixwaze tê de dike."

Bêrîvan Îsmaîl her wiha got: "Helwesta PDK'ê gelekî zelal bûye, ev yek di siyaseta wê de diyar dibe ku dixwaze gelê Kurd ji holê rake. Ev ne xiyaneta PDK'ê ya yekemîn e, di sala 2014'an de PDK'ê li Şengalê xiyanet li êzidiyan kir dema ku çeteyên DAIŞ şêniyên wê kuştin, revandin û dan koçberkirin."

Bêrîvan Îsmaîl destnîşan kir ku PDK'ê ji bo berjewendiya dewleta Tirk a ku li Başûr û Rojava şerê gelê Kurd dike, dixebite.

Bêrîvan Îsmaîl bang li PDK'ê kir ku dev ji berjewendiyên partiyetî berde û ji bo gelê Kurd bixebite. Her wiha diyar kir ku pêwîst e Kurd li dijî siyaseta PDK'ê serî hildin.

Bêrîvan Îsmaîl xîtabî gelê Kurd ê li Başûrê Kurdistanê kir: "Çawa ku PDK'ê di sala 2014'an de Şengal firot, wê we jî bifiroşe."

' KOMPLOYEKE NÛ YA NAVNETEWEYÎ LI DIJÎ GELÊ KURD '

Bêrîvan Îsmaîl diyar kir ku gerîla heya niha tu bersiv nedaye PDK'ê û wiha pê de çû: " Komployeke navneteweyî li dijî gelê Kurd heye, îsbata vê yekê bêdengiya Rûsya û bêdengiya hikumeta Şamê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava ye."

Hevseroka Meclisa PYD'ê a Herêma Firatê Bêrîvan Îsmaîl di dawiya axaftina xwe de got: "Divê helwesta gelê Kurd li hemberî kesên ku dixwazin li Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilat xiyanetê li Kurdan bikin zelal be û li hemberî wê bisekinin. Divê dayikên çeteyên Roj zarokên xwe vegerînin da ku xiyaneta li gelê Kurd raweste, ji ber ku Mesûd Barzanî wan ji bo şerê li hemberî gerîla bikar tîne."

(dx)

ANHA