Hêzên hikumeta Şamê çiyayê Zawiyê û Sehil El-Xab bombebaran kir

Hemwextî firîna balafirên keşfê li asîmanê "herêma bêçek" bi taybet li Idlibê, hêzên hikumeta Şamê herêmên li çiyayê Zawiyê yê li başûrê Idlibê kirin armanc. Her wiha bi çekên giran herêmên Sehil El-Xab ên li bakurê rojavayê Hemayê kirin armanc.

Hêzên hikumeta Şamê çiyayê Zawiyê û Sehil El-Xab bombebaran kir
29 cotmeh, 2021   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê îro herêmên Filêfil, Bînîn û Fitîra yên Çiyayê Zawiyê yên li başûrê Idlibê topbaran kirin. Her wiha bi çekên giran deverên li gundê El-Emîqa yê Sehil El-Xab a li bakurê rojavayê Hemayê topbaran kirin.

SOHR'ê diyar kir ku hêzên hikumeta Şamê êrişên xwe yên bejayî li "herêma bêçek" zêde kirine.  Hêzên hikumeta Şamê bi roket û çekên giran herêmên Kefer Tial û Marat El-Nasan ên li rojavayê Helebê û herêmên din ên El-Bara û Fitîra yên Çiyayê Zawiyê yê li başûrê Idlibê, kirin armanc.

(dx)