Ferda Çetîn: Ji bo tesfiyekirina gerîla çekên kîmyewî bi kar tînin

Bertekên li hember siyaseta bêdengiya têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî li hemberî gerîla, didomin. Rojnamevan Ferda Çetîn destnîşan kir ku berxwedana gerîla xwedî wê hêzê ye ku bêdengiya raya giştî ya cîhanê jî bişikîne.

Ferda Çetîn: Ji bo tesfiyekirina gerîla çekên kîmyewî bi kar tînin
29 cotmeh, 2021   03:03
NAVENDA NÛÇEYAN - ZANA DENIZ

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ji 23'yê Nîsanê ve li dijî herêmên Avaşîn, Metîna û Zê didomin û di êrişan de çekên kîmyewî tên bikaranîn.

Li hember êrişên kîmyewî bêdengiyek heye û çavdêr û analîst dibêjin bêdengiyê jî destekkirina van êrişên kîmyewî ye. Dewleta Tirk ku nekarî li pêşberî berxwedana gerîla bi pêş ve biçe, heta niha herî kêm 323 caran çekên kîmyewî bi kar anîne.

Rojnamevan Ferda Çetîn da xuyakirin ku sûcên bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk alîgirên wê tirsandine û destnîşan kir ku nahêlin heyetên serbixwe têkildarî mijarê lêkolînê bikin.  

Hevpeyvîna me ya bi rojnamevan Ferda Çetîn re wiha ye:

Gerîla ev 6 meh e li Başûrê Kudistanê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker berxwedaneke dîrokî dimeşîne. Berxwedana ku di vî şerî de derket holê, dikare çawa bê şîrovekirin?

Dema em şerê li Başûrê Kurdistanê û Rojava dinirxînin, dê şaş be ku mirov wek du hêzên xwedî heman teknolojiya çekan bibîne. Pozîsyona artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê çawa ye? Divê ewilî ev bê dîtin. Gelek rapor û statîstîkên hatine weşandin, li holê ne. Berxwedana gerîlayên Kurdistanê ya li dijî artêşeke herî mezin a NATO'yê dewam dike. Ji ber vê yekê du hêzên wekhev şer nakin. Dema ku em helwesta gerîla bi vî rengî binirxînin, derdikeve holê ku çavkaniya têkoşîna wê ya serkeftî ya li dijî vê teknîka bilind, derfetên mezin, çek û her şêwe teknîkê; vîneke mirovî ya bibandor e. Ev 40 sal e dewleta Tirk li hemberî gerîla di şerê bejahî de bi ser neketiye. Mirov dibîne ku vîna mirovan derfetên mezin ên teknolojiyê di berxwedana gerîla ya li Başûr de têk biriye.

Aliyê herî girîng ê vî şerê 6 mehan çi bû?

Em dibînin ku di van demên dawîn de li vê herêmê şerên pir dijwar rû didin. Di nava 10-20 salên dawîn de mirov dikare bibêje ku yek ji mezintirîn şerê li herêmê û Rojhilata Navîn li vê erdnîgariyê rû daye. Li Başûr dorpêça dewleta Tirk a li ser gerîla bi ser nakeve û vî şerî vediguhêze qadên din. Ev jî êrişa li ser Rojava nîşan dide. Her wiha li Bakur jî êrişên nû pêk tîne. Dewleta Tirk hêza siyasî û aborî nîn e ku di heman demê de li Iraq, Sûriye, Lîbya û Qerebaxê şer bike. Dewleta Tirk, ji ber ku tu kes mudaxaleyî Rojhilata Navîn û Deryaya Spî nake, ew qas bi rehetî êriş dike.  Xwestin li Qibris û Deryay Spî guhertinan pêk bînin. DYA, Fransa û YE ketin navberê û neçar man ku bi qismî dev ji biryarên xwe berdin.

Dewleta Tirk hem li hundir hem jî li derve ji aliyê hêzên siyasî û aborî yên cuda ve dihat destekkirin û digot bi tenê di nava çend hefteyan de dê biqedîne. Lê em dibînin ku duyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê nikare li hemberî gerîla bi pêş ve biçe. Ev berxwedan dê fatûreyeke çawa ji dewleta Tirk re derxe?

Divê tu kes li bendê nebe ku ev êriş li dewleta Tirk venegerin, jixwe ji niha ve lê vegeriyane. Ev yek beriya niha gelekî hatibû nîqaşkirin. Lêçûna şer pir e. Dema ku rewşa aborî bi bîra Erdogan xistin, bi xwe got hûn dizanin bê ka guleyek bi çi qasî ye?. Jixwe rewşa aborî rojane diguhere. Zemên li ser nan, mesrefên rojane, benzînê, lêvegerên vî şerî ne. Ji vê wêdetir jî ku mirov dikare qala xitimîneke civakî bike. Şofandina pereyan û têkiliyên bi mafyayê re didomin. Me pir bi zelalî dît ku Sedat Peker ku bi xwe jî endamê komeke çete ye, hikumet û wezîrên wê çawa bê deng kirin. Tirkiyeyeke wisa heye ku êdî nema bûye dewlet, hiqûq lê nemaye, di qada navneteweyî de pozîsyona xwe winda kiriye, veguheriye dewleteke mafyayê.

Dewleta Tirk bi deste Wezareta Diravî dikeve nava têkiliyên qirêjî. Ev karên qirêjî yek bi yek derdikevin holê. Li aliyê din, dema li dijî gerîla şer dike, bi armanca têkbirin û dagirkeriyê ye. Her têkçûneke li hember hêza gerîla dê li hundir rê li ber hilweşîna koalîsyona AKP-MHP'ê veke. Tirsa herî mezin a Tayyîp Erdogan û dewleta ku destekê dide wî, ev e. Dewleta Tirk bi afirandina dijberiya li hundir re dixwaze krîza heyî ji holê rake û li derve rewşeke domdar a şer biafirîne. Bi afirandina rewşa şer li her qadê, armanc dike ku birçîbûn û xizaniyê ji holê rake. Yek bi yek hêzên destekê didin dewleta Tirk, desteka xwe ji AKP'ê dikişînin. Ev dê berdewam bike. TUSÎAD (Komeleya karsazan a herî mezin a Tirkiyê) jî niha li dijî AKP'ê ye. Mirovên ku têkiliyên wan ên siyasî bi AKP'ê re hene, rojnamevan û karsaz êdî bi dengekî bilind bertekên xwe tînin ser ziman. Dibêjin hûn nikarin wiha dewam bikin. Em dikarin bibêjin ku bandora şer jixwe wiha xuya dibe.

Hêzên PDK'ê yên ketin xizmeta dewleta Tirk, li Xelîfanê 5 gerîla şehîd kirin û aqûbeta gerîlayekî nayê zanîn. PDK çima ew qasî bi israr e ku bi dewleta Tirk re hevkariyê bike? Di vî warî de divê nîqaşên yekitiya neteweyî çawa bên kirin?

Asta têkoşîna azadiyê ya Kurd di 40 salan de bi dest xistiye, guherîna civakî û çandî ya ku di civakê de afirandiye û daxwaza gelç Kurd a ji bo maf û azadiya xwe, gelekî di ser hişmendî û feraseta PDK'ê re ye. Di nava 20 salên dawîn de hem li Başûr, hem li Bakur hem jî li Rojava serdemek hebû ku destkeftiyên Kurdan xuya bûn û sempatiyeke navneteweyî afirandin. Di demekê de ku Kurd ew qasî li pêş çavan in, destekê dide dewleta Tirk û AKP'ê û ev jî ji bo PDK’ê bêtalihî ye. PDK niha di pozîsyona piştgirî û xizmeta dagirkeran de ye. Ne tenê PDK derî û xaka xwe ji dewleta Tirk re vedike, di heman demê de bi qasî dewleta Tirk ji bo ku PKK bikeve lîsteya terorê, bi rolekê rabûye. Her wiha ENKS ji bo ku statuya Rojava neyê misogerkirin, dixebite. Dema ku dewleta Tirk nikare bi rêya dîplomatên xwe tiştekî bike, PDK’ê aktif dike û destkeftiyên Kurdan tên pûçkirin.

Hin derdor tim behsa yekitiya neteweyî dikin û tiştên ku PDK dike jî nabînin. Li dijî hêzên derve û êrişên dijminane, ji bo pêşî li dagirkeriyê bigirin, yekitiya neteweyî çêdibe. Lê belê PDK'ê di nava xaka xwe û serweriya xwe de 50 baregehên leşkerî û cih ji dewleta Tirk re vekirine. Ne maqûl û mantiqî ye ku ev hêz qala yekitiya neteweyî bike. Ew ê heta dawiyê xizmetê ji dewleta Tirk re bike û bi hêzên siyasî re yekitiya neteweyî nîqaş bike. Ev manîpulasyonek e. Heke dê yekitiya neteweyî pêk were, divê li dijî xayînên li dijminan be. Ji bo belavkirina propagandaya yekitiya neteweyî ya ku xiyanetê asayî dike, dixwazin ferasetekê çêkin. Ji bo rewakirina vê PDK û ENKS şirîkatiya xwe ya bi dewleta Tirk re didomînin.   

Bikaranîna domdar a çekên kîmyewî divê çawa bê şîrovekirin? Rewşenbîr û nivîskarên Ereb û Kurd li ser mijarê ji NY’yê re name şandin. Her wiha parlamenterên Îtalya û Almanyayê pêşnûmepirsek pêşkêşî NY’yê kir. Hêzên piştgirên dewleta Tirk bê deng in. Ev bêdengî çawa dikare were şikandin?

Rêveberiya heyî ya dewleta Tirk ketiye pozîsyonekê ku pirsgirêkan beralî dike.  Rêveberiyek nîn e ku barekî ew çend giran hilde ser milê xwe û piştgirî û desteka aliyên civakî hilde. Dema mirov li bûyerên li Tirkiyê dinêre, dibîne ku despotîzma malbatî heye. Ev serdestî hatiye asteke wisa ku rejîmeke heye ku civakê di qada hiqûqî, aborî û çandî de parçe dike û di heman demê de civakê ji aliyê aborî ve dixe nava zehmetiyan. 

Sîstema AKP'ê êdî tenê li gorî berjewendiyên xwe gavan diavêje. Ji destpêka sala 2015'an ve ev rewş bêhtir xuya bû. Li pêşberî me hişmendiyeke dewletê heye ku qirêjî, gendelî, neheqî bûye karaktera wê. Bi hilbijartinên asayî bi tu awayî nikare vê rewşê raguhêze rejîmeke din. Kî were ser desthilatê, di serî de divê kiryarên serdema AKP-MHP'ê berevajî bike. Dibe ku ev yek bi pirsîna hesab ji rabirdûyê û eşkerekirina berpirsyariya wan pêkan be. Têkiliyên bi YE û DYA'yê re jî wiha ne.

Erdogan di van demên dawî de gelek caran slogana 2023'yan berz dike. Di vê çarçoveyê de xwe bi rêxistin dike. Di aliyên siyasî û leşkerî de dixebitin. Notirvanên taxan amade dikin. Bi avakirina yekîneyên taybet ên li Enqere û Stenbolê re dê malbatên wan bên parastin. Rêxistinên wekî SADAT'ê hene. Dîsa çeteyên ku bi pereyên dewleta Tirk şer dikin, hene. Weke amûrekê û beşek ji artêşa Tirk tev digerin. Erdogan xwe amade dike ku desthilata xwe bidomîne. 

Dewleta Tirk di Sibata 2021'an de li Garê çekên kîmyewî bi kar anîn. Hêzên navneteweyî, gel û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) tiştek negot. Dewleta Tirk îro jî bikaranîna çekên kîmyewî didomîne û ji vê bêdengiyê sûd werdigire. Artêşa Tirk her cara ku li Metîna, Zê û Avaşînê  asê dibe, dest diavêje van çekan. ArtêşaTirk ne dikare gavekê bi pêş ve biçe û ne jî paşve vegere. Dewleta Tirk ji ber bêçaretiya xwe êrişên xwe yên bi gazên kîmyewî zêde kirin.

Têkiliyên aboriyê yên OPCW û dewleta Tirk, di çapemeniyê de cih girtin. Divê OPCW di vê mijarê de çi bike, berpirsyariyên wê çi ne? Tevî bikaranîna gazên wiha yên mirov û xwezayê texrîb dikin jî, divê bêdengiya hêzên navneteweyî çawa were şîrovekirin?

Me beriya niha gelek caran anî ziman ku dewleta Tirk bi hêza xwe ya aborî êrişên xwe yên li dijî Iraq, Bakur û Rojava nake. Ev êriş bi erêkirina NY, DYA, Almanya, Brîtanya, Fransa û Swêdê tên kirin. Dewletek sînorên dewleteke din binpê dike, axa wê dagir dike. Hêzên navneteweyî tenê lê dinêrin. Van hêzan bi hev re li ser dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li hev kir.  Hewl dan herêmên Rêveberiya Xweser ji hev biqetînin. Wan kir ku Tirkiye bikeve wê derê. Dewleta Tirk tevî DAIŞ'ê li Sûriyê têk çû. Careke din tu sedem tune bû ku derbasî Sûriyê bibe. Heman tişt li xaka Başûrê Kurdistanê jî heye. Ji bo ku pergala konfederal a demokratîk a ji aliyê rêber Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin di nava tecrîdê de belav nebe, hevkariyeke mezin dikin. Li dijî vê projeyê êrişên giran hene.

Ev welat ji bo ku PKK'ê ji hev bixin, marjînal bikin û bişikînin, dixebitin. Di vê mijarê de di navbera wan welatan de lihevkirinek heye. Yekitiyeke van dewletan a li dijî têkoşîna azadiyê ya Kurd, li dijî PKK'ê û li dijî sîstema konfederal a demokratîk heye. Ev hevkarî rê li ber vedike ku dewleta Tirk bi rehetî çekên kîmyewî bi kar bîne. Di heman demê de ev hêz xwe li hemberî êrişan kor dikin. Li Laheyê navenda OPCW'ê heye, ew dewlet mudaxele li biryarên wê dikin. Ev hêz dixwazin ev  rêxistin wekî ku tiştek nebûye, tev bigere. Tevî vê dorpêç û zextê jî divê gelê Kurd bike ku ev sazî tev bigere. Divê em zextê li wê bikin û ji bo şikandina vê dorpêça bêdengiyê têkoşînê geş bikin. Li hemberî vê mijara çekên kîmyewî bertek hene, lê divê zêdetir bin. Hêza ku OPCW û rêxistinên wê seferber bike, têkoşîna gelan e.

Tevgera Azadiyê ya Kurd gelek caran banga lêkolînan kir. Çima tu dewlet an jî rêxistineke têkildar bersivekê nade? Gelo ditirsin rastî derkeve holê?

Ji ber ku welat ditirsin ku bere bertekan li wan vegere, rê li ber lêkolînên OPCW’ê  digirin. Tirsên van welat û dewletan hene. Der barê wê de gelek daxuyanî hatin dayîn, lê di çapemeniyê de nehatin ragihandin. Ji ber ku çapemenî van kiryaran paşguh dike, nîşan dide ku çapemenî jî ji heman navendê tê birêvebirin.

Ev pêla êrişên a li dijî gelê Kurd, bi desteka hêzên navneteweyî pêk tê û pêşî li aşkerakirina sûcên şer ên dewleta Tirk tê girtin. Divê gelê Kurd li her derê li dijî vê bertekê nîşan bide. HPG'ê gelek caran bang kir ku heyetên serbixwe li herêmê lêkolînan bikin. Tespîtkirina bikaranîna çekên kîmyewî, dê dewleta Tirk li her derê mehkûm bike. Di heman demê de yên van çekan difiroşinê jî dê di vê çarçoveyê de bên cezakirin. Dixwazin vê rastiyê binixumînin. Gelê Kurd nikare di vê pêvajoyê de bê deng bimîne. Gelê Kurd ji bo ku vê pêvajoyê berevajî bike, xwedî vîn û hêza têkoşînê ye. Divê peywira pêşîn a gelê Kurd ew be ku li dijî çekên kîmyewî bikeve nava tevgerê.