Malbatên şehîdan ên Helebê piştgirî da çalakiyên Dayikên Aştiyê

Malbatên şehîdan ên taxa Şêxmeqûsdê piştgiriya xwe ji Dayikên Aştiyê re yên ji bo wergirtina cenazeyên şehîd Tolhildan û Serdemê li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ne, nîşan da û kiryarên PDK’ê bi siyasetên dijberî Kurdan wesifand.

Malbatên şehîdan ên Helebê piştgirî da çalakiyên Dayikên Aştiyê
29 cotmeh, 2021   07:51
HELEB-ARIF SILÊMAN

Ji 5’ê vê Cotmehê ve Dayikên Aştiyê yên herêma Cizîrê beşdarî çalakiya konvedanê ya li dergehê Sêmalkayê bûne da ku cenazeyên gerîla Tolhildan Raman û Serdem Cûdî yên ku li herêma Xelîfanê di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne, werbigirin. Her çendî ku dayikan xwestin derbasî Başûr bibin da ku cenazeyan werbigirin, lê hêzên PDK'ê rê nedan.

Dayikên şehîdan ên taxa Şêxmeqsûd a Helebê êrişên PDK’ê ya li dijî gerîla şermezar kir û berxwedana dîrokî ya hêzên gerîla silav kir.

Dayika şehîd Têkoşîn, Ewaş Mihemed destnîşan kir ku PDK’ê perspektîfên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê pêk tîne.

‛EM ÎXANETA PDK’Ê LI DIJÎ ŞEHÎDÊN XWE QEBÛL NAKIN’

/ar/uploads/files/2021/10/29/070154_awash-mhmd.webp

Ewaş Mihemed da zanîn ku şehîdxistian gerîla li Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê îxaneteke li dijî kurdan e û bang li PDK’ê kir ku bihêle Dayikên Aştiyê derbasî Başûrê Kurdistanê bibin û cenazeyên şehîd Tolhildan û Serdem werbigirin û wiha got: "Em vê îxaneta li dijî şehîdên xwe qebûl nakin."

Ewaş Mihemed bang li şêniyên Başûrê Kurdistanê kir ku li hember siyasetên PDK’ê bisekinin û piştevaniya Dayikên Aştiyê yên li ser sînor bikin ku cenazeyên şehîdan werbigirin.

Ji nêzî 24 rojan ve, şênî berê xwe didin konê çalakiyê yê li dergehê Sêmalkayê. Rojane şênî, Dayikên Aştiyê û nûnerên ji Rêveberiya Xweser, meclisên herêmê û saziyên sivîl ên herêma Cizîrê beşdarî çalakiyê dibin, îxaneta PDK’ê şermezar dikin û banga radestkirina cenazeyên şehîdan li PDK'ê dikin.

/ar/uploads/files/2021/10/29/070035_aaytan-rshw.webp

Li aliyekî din jî xwişka şehîd Rênas, Aytan Reşo wiha got: "Me kezebên xwe di oxira parastina vê xakê û destkeftiyên wê de dane. Em îxaneta PDK’ê li dijî şehîdên xwe qebûl nakin. Her wiha kemîna ku PDK’ê ji zarokên me re daniye û redkirina wê ya radestkirina cenazeyên şehîdan ji malbatan re sûcên ku dijmin pêk tîne.

Aytan Reşo got, divê PDK’ê xwestek û perspektîfên dewleta Tirk a dagirker pêk neyne, ji ber wê dewleta Tirk piştî armancên xwe pêk anîn, dev ji wê berde.

PEYAMA JI PDK’Ê RE: TU FERQ DI NAVBERA WE Û DIJMINÊN KURDAN DE TUNE YE

Aytan Reşo pirsî ku çima PDK’ê nahêle Dayikên Aştiyê derbasî Başûrê Kurdistanê bibin û cenazeyên şehîdan werbigirin, armanca we ji van kiryaran çi ye? Aytan Reşo ev tişt got: "Tu ferq di navbera we û dijminên kurdan de tune ye."

/ar/uploads/files/2021/10/29/070049_dlshan-athman.webp

Li aliyekî din jî dayika şehîd Mistefa, Dilîşan Osman êrişên hêzên PDK’ê yên li dijî hêzên gerîlayan, kemîna ku ji gerîlayan re daniye û di encamê de 5 gerîla şehîd bûn şermezar kirin û piştgiriya xwe bi berxwedana Dayikên Aştiyê re yên ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ne, nîşan da.

(fr)

ANHA