'Bêdengiya navneteweyî rê dide dewleta Tirk ku êrişên kîmyewî bidomîne'

Hiqûqnas Îdrîs Îso got, bêdengiya navneteweyî û tunebûna cezayan, rê dide dewleta Tirk a dagirker ku êrişên bi çekên kîmyewî li dijî kurdan bidomîne.

'Bêdengiya navneteweyî rê dide dewleta Tirk ku êrişên kîmyewî bidomîne'
29 cotmeh, 2021   06:40
HESEKÊ- BASIL REŞÎD

Li gorî daxuyaniya HPG'ê ya têkildarî bîlançoya dawî ya êrişên dewleta Tirk a dagirker, dewleta Tirk di 6 mehên dawî de zêdetirî 300 êrişên bi çekên kîmyewî li dijî gerîlayan pêk anîne.

Tevî ku Endamê Fermandariya Navendî ya HPG'ê Murat Karayilan da zanîn ku delîlên berçav hene ku piştrast dikin ku artêşa Tirk a dagirker çekên kîmyewî li dijî gerîla bi kar anîne, lê dema ku mijar dibe sûcên dewleta Tirk li dijî kurdan delîl û bangên Karayilan ji bo lêpirsîna li ser mijarê bi bêdengiya navneteweyî re rû bi rû dimînin.

Di vê çarçoveyê de endamê rêveber ê Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îdrîs Îso destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hemû peyman û qanûnên navneteweyî û mirovî bin pê dike û bi berdewamî çekên kîmyewî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi kar tîne.

Îso destnîşan kir ku divê civaka navneteweyî erka xwe pêk bîne û sûcdarên radestî dadgehên navneteweyî, bi taybet Dadgeha Cezayan ya Navneteweyî ya têkildarî sûcên dermirovî û sûcên şer, bike.

Hiqûqnas Îdrîs Îso anî ziman ku bêdengiya li hemberî sûcên Tirkiyê û hiştina wê bê ceza dihêle ku sûcên xwe li dijî kurdan bidomîne û wiha dawî li gotina xwe anî: "Dewleta Tirk a dagirker di sûcên xwe de berdewam e, ji ber ku tu rêgezên qanûnî, exlaqî û cezayî tune ne, her wiha civaka navneteweyî li hemberî van sûcan bertek nîşan nedaye û sûcdaran radestî dadgehên navneteweyî nekirine."

(dx)

ANHA