ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-10-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-10-2021
29 cotmeh, 2021   00:00

-Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şêniyên navçeyên Şedadê û Çilaxa xwepêşandanan li dar dixin, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiya Komînust a Kurdistanê serdana konê çalakiyê yên li Deriyê Sêmalka yê bi armanca şermezarkirina siyasetên PDK'ê û radestkirina cenazeyên şehîdan, dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Neso bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî şeremzar kir û hişyarî da ku senaryoya Lîwa Îskenderon dûbare bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hiqûqnas Idrîs Îso diyar kir ku ji ber bêdengiya civaka navneteweyî dewleta Tirk a dagirker bikaranîna çekên kîmyewî li dijî kurdan didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji dûr ve xuya dibe û weke peykereke berxwedêr e, tê de bi dehan şervanên YPG û YPJ’ê yên ku parastina taxê û şêniyan li hember çeteyan dikirin, xwe parastinê û îro jî her kesê/a ku di cem wê re derbas dibe bêhna berxwedanê dikişîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhad Umer da zanîn ku sedema derengmayîna projeya qîrkirina rêya Reqa –Hesekê (Ebyed) ji ber gelek sedeman ve bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Professor û dektor Teysîr Ebducebar El-Alûsî îşaret bi hevkariya di navera gelê Kurd û Ereb de ya li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û banga kûrkirina vê hevkariyê û berfirehkirina çarçoveya wê li tevahî herêma Rojhilata Navîn kir. (BI WÊNE).

- Bertekên li hember siyaseta bêdengiya têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî li hemberî gerîla, didomin. Rojnamevan Ferda Çetîn destnîşan kir ku berxwedana gerîla xwedî wê hêzê ye ku bêdengiya raya giştî ya cîhanê jî bişikîne. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Nivîskar û rojnamegerê misirî Mihemed Wasil da zanîn ku dewleta Tirk dixwaze nasnameya herêmên ku dagirkirine biçewisîne, ji ber vê yekê divê hesab jê were xwestin û ji herêmê were derxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a bajarê Minbic û gundewarê wê Mihemed Elî El-Ebo û endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Xalid Berkel gotin, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi balafirên bê mirov li ser bajarê Kobanê nîşaneya tirs û binkeftina wê ya siyasî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

-Malbatên şehîdan ên taxa Şêxmeqûsdê piştgiriya xwe bi çalakiyên Dayikên Aştiyê yên li Deriyê Sêmalkayê kirin û nêzîkatiyên PDK'ê bi siyaetên dijberî kurdan bi nav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Têkildarî nirxê mazota li ser şêniyan Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye belavkirin, Sadiq El-Xelef da zanîn ku ji beşa yekemîn a belavkirina mazotê heta niha 147 milyon, 993 hezar û 560 lître ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA