'Hedefgirtina sivîlan bi balafirên keşfê nîşaneya binketina siyasî ye'

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a bajarê Minbic û Gundewarên wê Mihemed Elî El-Ebo û endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Xalid Berkel got, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi balafirên bêmirov li ser bajarê Kobanê nîşaneya tirs û binkeftina wê ya siyasî ye.

'Hedefgirtina sivîlan bi balafirên keşfê nîşaneya binketina siyasî ye'
29 cotmeh, 2021   02:55
MINBIC

Dewleta Tirk a dagirker roja Şemiya borî bi balafireke bêmirov erebeyek li ser rêya Kobanê-Helebê bomebebaran kir. Di encamê de 3 şervanên QSD'ê ku ji bo tedawiyê diçûn bajarokê Sirînê şehîd bûn. 20'ê Cotmehê li bajarê Kobanê erebeyeke sivîlan kir hedef, di encamê de 2 sivîl şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn.

Li ser mijarê Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a bajarê Minbic û Gundewarên wê Mihemed Elî El-Ebo got: "Em rêveberiya Minbicê piştgiriya xwe bi şêniyên Kobanê re nîşan didin û di yek rêzê de û bi yek destî bi wan re ne, ji ber ku em li Sûriyê bira ne. Em binpêkirinên Tirkiyê yên li dijî herêmên me û hedefgirtina sivîlan bi balafirên bêmirov bi tundî şermezar dikin. Ev kiryar tevahî qanûn û pîvanên navneteweyî û mirovî bin pê dikin. Dewleta Tirk li ber çavê civaka navneteweyî sûcan li dijî sivîlan pêk tîne."

Mihemed Elî El-Ebo destnîşan kir ku dewleta Tirk di dema dawî de siyaseta xwe ya şer li dijî şêniyên herêmê guhert û rêbazeke nû xistiye dewrê û got: "Dest bi êrişên bi balafirên bêmirov kir. Mînaka vê yekê roja Şemiyê li pêşiya çavên garantorên navneteweyî yên agirbestê li herêmê bajarê Kobanê bobmebebaran kir."

`NÊZÎKBÛNA RÛSÎ Û AMERÎKÎ HIŞT KU DEWLETA TIRK ÊRIŞAN LI DIJÎ HERÊMÊ PÊK BÎNE`

El-Ebo destnîşan kir ku nêzîkbûn û lihevkirinên Rûsya û Amerîkayê yên bi armanca dûrxistina Tirk ji dosya Sûriyeyê û hewldanên her du aliyan ji bo çareserkirina aloziya Sûriyayê, hişt ku dewleta Tirk dest bi êrişan li dijî herêmê bike û hewl bide ku herêmên nû li Sûriye dagir bike da ku xwe îsbat bike û xewnên xwe yên mêtîngeriyê ku ji fikira Osmanî ya ji Mîsaqa Millî dest pê dike, pêk bîne.

El-Ebo anî ziman ku piştî serdanên nûnerên Rêveberiya Xweser ji bo Rûsya û Amerîkayê û xebatên Rêveberiya Xweser ên dîtina çareseriyeke bingehîn ji aloziya Sûriyê re, Tirk dît ku ev nêzîkbûna Sûrî-Sûrî dê wê ji qada Sûriyê dûr bixe, ji ber wê dest bi gefxwarinan li gelê herêmê kir.

El-Ebo wiha domand: "Komîteya destûrê careke din bi bin ket, ji ber vê yekê komên ku beşdarî Komîteya destûrê bûne yên ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin, dîtin ku hewcedarî bi xweîsbatkirinê heye, ji law re em dibînin ku bi balafirên bêmirov li sivîlan didin. Ev yek tirs û binkeftina wan a siyasî nîşan dide."

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a bajarê Minbic û Gundewarên wê Mihemed Elî El-Ebo di dawiya axaftina xwe de behsa bêndengiya Rûsya ya garantor li hemberî sûcên Tirkiyê kir û got: "Rûsya ya garantor li hemberî sûcên Tirkiyê bê deng e, ji ber ku berjewendiyên hevpar di navbera wan de hene ku bandorê li gelek mijarên din dike. Her wiha gelek dosyayên bi girêk hene, dihêle ku Rûsya çavê xwe ji binpêkirinên Tirkiyê yên li dijî gelên herêmê re bigire, mîna kaxizên Tirkiyê yên li Azerbaycanê ku pê zextê li Rûsya bike."

'BERDEWAMA ÊRIŞÊN LI DIJÎ HERÊMÊ SÛCEKÎ LI DIJÎ QANÛN Û EXLAQÊ YE'

Têkildarî wê endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Xalid Berkel êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan şermezar kirin û got: "Berdewama êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê, bi taybet li dijî sivîlan, kiryareke newêrek û  li dijî qanûn û exlaqan e, armanc jê ew e ku ewlehî û aramiya herêmê têk bibe û tevliheviyekê di navbera pêkhateyan de derxe û hevgirtina pêkhateyên wê ji Kurd, Ereb, Turkmen û Suryan xirab bike, ji ber ku ev pêkhate projeya neteweya demokratîk pêk tînin, ev yek jî li pêşiya armancên Tirkiyê li herêmê asteng e, ji ber vê yekê êrişî herêmê dike."

Berkel anî ziman ku gelê vê herêmê nameya xwe ji tevahî cîhanê re şand ku ew gel têkoşîn dike û li ber xwe dide û dê wiha bimîne û dê li ser xeta projeya neteweya demokratîk rêya têkoşînê berdewam bike heta ku gefxwarin û êrişên dewleta Tirk bi dawî dibe û ew azadiya xwe bi dest dixin.

Endamê Meclisa Giştî ya Meclisa Sûriya Pêşerojê Xalid Berkel di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên hiqûqî,  mirovahî û civaka navnetewyî kir ku destwerdanê bikin û rê li ber sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmên ewle bigirin.

(dm)

ANHA