​​​​​​​Mihemed Neso hişyarî da ku herêmên dagirkirî bibin Îskenderona duyem

Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Neso bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî şeremzar kir û hişyarî da ku senaryoya Lîwa Îskenderon dûbare bibe.

​​​​​​​Mihemed Neso hişyarî da ku herêmên dagirkirî bibin Îskenderona duyem
29 cotmeh, 2021   01:46
ŞEHBA - FÎRAS IBRAHÎM

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên xwe li djiî niştecihên Efrînê di hemû qadan de zêde kirine. Ji wê zêdetir demografiya herêmê diguherînin û milkên sivîlan talan dikin.

Dewleta Tirk bi desteka komeleyên qeterî û kiwêtî lêkirina avahiyên mêtingehiyê ji bo malbatên çeteyan didomîne. Her wiha xwezaya kantonê qir dike. Bi destpêka mewsima berhevkirina zeytûnan re, dest danîn ser zêdetirî 75 darên zeytûnan.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriye - Efrîn, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di meha Cotmehê de derdora 65 welatî di nav de 13 jin, revandin û  jinek ducanî kuşt. Her wiha çarenûsa kesên hatine revandin ne diyar e.

Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Neso ji ajansa me re diyar kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji dema ku Efrîn dagir kiriye ve, hemû cûreyên sûcên hov li dijî şêniyên resen ku di gundê xwe de mane, pêk tînin.

Neso destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk, di destpêka mewsima berhevkirina zeytûnan de, berhemên şêniyên Efrînê yên ku li gundê xwe man dizîn.

Neso anî ziman ku dagirkeriya Tirk bi armanca domandina sûcên guhartina demografîk li herêmê, siyaseta çewsandinê li dijî şêniyên Efrîn ên resen dimeşîne û sûcan pêk tîne da ku wan bide koçberkirin.

Neso bal kişand ser revandina sivîlan, bi taybet jin, îşkencekirin û qetilkirin û tengavkirina bi armanca xwestina fidyeyan û destnîşan kir ku îstîxbarata Tirk di pêngava serdegirtinê ya li gundê Memila yê Racoyê de derdora 10 welatî revandin û hîna 100 welatiyên din dixwaze.

Mihemed Neso bêdengiya civaka navnetewyî li hember sûcên dewleta Tirk ên li dijî sivîlên kantona Efrîn şermezar kir û got, civaka navneteweyî berpirsê sûcên ku li Efrînê tên kirin. Her wiha bang lê kir ku hewlesteke cidî nîşan bide û hesab ji dewleta Tirk bixwaze.

Neso destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk bi dehan avahiyên mêtingehiyê ava kirin û niha malbatên çeteyan lê bi cih dike.

Neso bi domdarî got: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê talankirina cihên dîrokî li Efrînê didomînin da ku çanda herêmê ji holê rakin û kantona Efrînê ya dagirkerî ji Sûriyê qut bikin."

Neso îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker zimanê tirkî wekî zimanekî fermî derbasî dibistanan kiriye, bikaranîna lîreya tirkî jî ferz kiriye û navên gund û bajaran bi navê tirkî guhertiye. Her wiha da zanîn ku dewleta Tirk bi armanca temamkirina guhertina demografîk li Sûriyê gefa êrişê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet li navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê dixwe da ku senaryoya Lîwa Îskenderon dûbare bike.

Mihemed Neso diyar kir ku dewleta Tirk ji bo rewakirina dagirkeriya xwe ya li Sûriyê hincetên derew derdixe û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk hincetên derew, mîna parastina ewlehiya neteweyî bi kar tîne da ku dagirkeriya xwe li Sûriyê rewa bike. Dixwaze bi sed hezaran sivîlan qetil bike, projeya Osmanî ya têkçûyî zindî bike û projeya neteweya demokratîk a ku li gelemperiya Rojhilata Navîn bûye mînak, tune bike."

Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Neso di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Tirk li Sûriyê dagirker e, divê civaka navneteweyî rastiya vê yekê bizanibe û got: "Dewleta Tirk armanc dike ku li Sûriyê bimîne û hemû rêbazan bi kar tîne da ku temenê xwe li erdîngariya Sûriyê dirêj bike."

(dm)

ANHA