Balafireke keşfê ya Tirkiyê li ser Kobanê digere

Di van kêliyan de balafireke keşfê ya dagirkeriya Tirk li ser asîmanê Kobanê herêmên sînor digere.

Balafireke keşfê ya Tirkiyê li ser Kobanê digere
28 cotmeh, 2021   18:57
KOBANÊ

Li gorî çavkaniyên ji herêmê, balafireke keşfê ya dewleta Tirk a dagirker dîsa di van kêliyan de li ser asîmanê Kobanê û herêmên bi sînor ên kantonê digere.

Balafireke keşfê ya dagirkeriya Tirk di çarşema borî de erebeyeke sivîl li Kobanê bombebaran kir, di encamê 2 sivîl şehîd bûn û 4 birîndar bûn û zirarên madî çêbûn. Di heman demê de roja şemiyê jî erebeyeke sivîl li ser rêya Kobanê-Helebê hedef girt û di encamê de 3 şervanên QSD’ê ji bo tedawiyê diçûn Kobanê şehîd bûn.

(fr)

ANHA