​​​​​​​'Tirkiyê hewl dide nasnameya bakurê Sûriyê biçewisîne, divê were cezakirin '

Nivîskar û rojnamegerê misirî Mihemed Wasil da zanîn ku dewleta Tirk dixwaze nasnameya herêmên ku dagirkirine biçewisîne, ji ber vê yekê divê hesab jê were xwestin û ji herêmê were derxistin.

​​​​​​​'Tirkiyê hewl dide nasnameya bakurê Sûriyê biçewisîne, divê were cezakirin '
29 cotmeh, 2021   05:20
QAHÎRE-EMANÎ EZAM

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Li aliyekî din jî berpirsên dewleta Tirk gefên êrişên dagirkeriyê li dijî herêmê nû dixwin.

Têkildarî vê yekê, nivîskar û rojnamegerê misirî Mihemed Wasil wiha got: "Li gorî şopandina çavdêr û rêxistinên hiqûqî, sûc û kiryarên ku milîs û komên çekdar ên dewleta Tirk li Bakurê Sûriyê pêk tînin, sûcên çewisandina nasname, koçberkirin û bicihkirina çeteyên biyanî li bakurê Sûriyê û sûcên qetilkirinê yên derqanûnî ne. Li beramber van sûcan civaka navneteweyî bê deng e."

Wasil di berdewam axaftina xwe de pirsa bêdengiya civaka navneteweyî li hemberî sûcên, komkujî û dîzîna xêr û bêrên Sûriyê ji hêla dewleta Tirk ve kir û got, dem hatiye ku dewleta Tirk were cezakirin û yekser ji Sûriyê were derxistin.

Wasil ev tişt got: "Hîna dewleta Tirk piştevaniya komên çeteyên ji derveyî qanûnî dike û ji bo armancên xwe li pêş çavên cîhanê bi kar tîne, ji wê zêdetir jî li bakurê Sûriyê heta Lîbyayê li gorî xwesteka xwe tev digerîne. Dewleta Tirk di bikaranîna çeteyan de hemû sûcan di bin sîwana dewletên mezin de dike. Lê ev yek wê zêde berdewam nake."

Wasil bal kişand ser rewşa aborî ya dewleta Tir û karîzên wê yên bi dewletên din re û wiha pê de çû: "Rewşa aborî ya Tirkiyê hilweşiye, ji G 20 a herî bi hêz ji aliyê aborî ve di cîhanê de derket, her wiha li rojhilatê Deryaya Spî bi Yewnanistan û Qibrisê re di nava krîzekê de ye. Her wiha dewleta Tirk bi YE’yê re jî bi nakok e. Ji ber ku YE’yê helwesta xwe eşkere kir ku ji ber kiryarên wê cihê dewleta Tirk di YE’yê de tune ye. Her wiha Erdogan got ew ê 10 balyozên dewletên derve bi bahaneya destwerdana li karûbarên hundirîn ên dewleta Tirk dersînor bike."

Nivîskar û rojnamegerê misirî Mihemed Wasil wiha dawî li gotina xwe anî: "Gelo ma têkiliyên xwe yên yên di navbera YE’yê û DYA’yê de bi dawî bûn û dê dewleta Tirk li ser sûc, kiryar û dizîna xêr û bêrên Bakurê Sûriyê were muhasebekirin...dê rojên pêş van mijaran eşkere bikin."

(fr)

ANHA