Careke din balafirên keşfê yên Tirkiyê li ser Kobanê digerin

Careke din balafirên keşfê yên dagirkeriya Tirk li ser asîmanê Kobanê û gundewarên wê yên rojhilat û rojava digerin.

Careke din balafirên keşfê yên Tirkiyê li ser Kobanê digerin
26 cotmeh, 2021   18:23
KOBANÊ

Di van kêliyan de balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li ser asîmên Kobanê, bajarokê Sirîn ê rojhilat û bajarokê Şiyox ê rojava digerin.

Balafirên keşfê yên dagirkeriya Tirk ji hefteyekê ve rojane li ser Kobanê digerin. Di çarşema borî de balafireke bêmirov erebeyeke sivîl hedef girt, di encamê 2 sivîl şehîd bûn û 3 birîndar bûn, her wiha roja şemiyê jî balafireke bêmirovî erebeyeke sivîl li ser rêya Kobanê-Helebê bombebaran kir, di encamê 3 şervanên QSD’ê şehîd bûn.

(fr)

ANHA