Li Dêrazorê dewreyeke hemşîretiyê bi dawî bû

Komîteya Ciwan û Werzîşê bi hevkariya Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Firatê dewreyeke hemşîretiyê ya destwerdanên lezgîn bi dawî kir.

Li Dêrazorê dewreyeke hemşîretiyê bi dawî bû
Li Dêrazorê dewreyeke hemşîretiyê bi dawî bû
Li Dêrazorê dewreyeke hemşîretiyê bi dawî bû
Li Dêrazorê dewreyeke hemşîretiyê bi dawî bû
Li Dêrazorê dewreyeke hemşîretiyê bi dawî bû
Li Dêrazorê dewreyeke hemşîretiyê bi dawî bû
26 cotmeh, 2021   15:41
DÊRAZORÊ

Di merasîma bidawîkirina dewreyê de, nûnerên Meclisa Sivîl a herêma rojhilat, meclisên herêmî yên xeta rojhilat a Dêrazorê, meclisa ciwan, rûspiyên herêmê û kadroyên tenduristiyê yên herêmê beşdar bûn.

Di merasîmê de, Hevserokê Meclisa Herêma Rojhilat Mihemed El-Umêrî axivî û derçûna endaman pîroz kir.

Dûvre Hevserokê Meclisa Firatê Ebdurehman El-Dixêfiç bixêrhatina beşdaran kir û spasiya komîteya ev dewre li dar xistiye kir û got: "Em hêvî dikin ku di pêşerojê de dewreyên din werin lidarxistin ku ciwanan bi pêş bixin, piştevaniya zanabûn û çanda wan bikin."

Piştre hemşîre Riyad Mena El-Xerboş ku çavdêriya dewreyê kiriye got: " Divê di her malekê û malbatekê de hemşîreyek hebe. Ji ber rola hemşîretiyê di jiyana civakê de pir girîng e."

Li ser navê Komîteya Ciwan û Werzîşê Hatim El-Kihêlan da zanîn ku wan ev hemle li tevahî gundên li herêma rojhilat dest pê kirine û ev tişt got: "Divê endamên vê dewreyê sûdê ji agahiyên wergirtine di mal, tax û her cihî de pêk bînin. Her kesa/ê ku di vê dewreyê re derbas bûye di mecalê hemşîretiyê de perwerdekar e."

Piştî axaftinan bawernanme li endamên bi serketine li gorî 3 astan hatin belavkirin. Kesên beşdarî vê dewreyê bûne 35 in û dewre 45 rojan dom kir. Tê de endaman waneyên li ser destwerdana lezgîn, lêdana derziyê, leckirina xetûm (qestere), paqijkirina birîn û hwd standin.

Dê dewreyeke hemşîretiyê ya din di destpêka Mijdarê de li bajarokê Ebû Herdob dest pê bike.

(fr)

ANHA