Mele Newaf: Divê dengê Komîteya Malbatên Şehîdan bê bihîstin

Rewşenbîr Beşîr Mele Newaf têkildarî şehîdxistina Şukrî Serhed diyar kir ku êdî rola MÎT`a dewleta Tirk a dagirker li Başûr zêde bûye û dê ev diyardeya suîqestkirinê ewlehiya herêmê têk bibe û têkildarî çalakiya Komîteya Malbatên Şehîdan got “Komîteya Malbatên Şehîdan hêja ye ku aliyên biwijdan dengê wê bibîhizin.”

Mele Newaf: Divê dengê Komîteya Malbatên Şehîdan bê bihîstin
23 cotmeh, 2021   02:07
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Di 17`ê Îlonê de endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK`ê Şukrî Serhed (Yasîn Bulut) li bajarê Silêmaniyê ji aliyê MÎT`a dewleta Tirk ve hat şehîdxistin. Hîn jî kujer nehatine girtin. Hate ragihandin ku belge li ser bûyerê hatine bidestxistin, lê hîn ji raya giştî ve nehatine eşkerekirin.

Rewşenbîr û nivîskar Beşîr Mele Newaf derbarê vê mijarê de ji ajansa me re axivî. Beşîr Mele Newaf got: “Piştî salên 1990`î heta roja îro dewleta Tirk zêdetirî 15 hezar kes tune kirin û piraniya wan kesan Kurd in ku wan kesan bandora xwe li civakê hebû.”

Beşîr Mele Newaf da xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker rojnamevanan dike hedef, her wiha Dayikên Şemiyê li Tirkiyê derdikevin qadan û daxwaza çarenûsa zarokên xwe dikin û wiha dewam kir: “Lê mixabin heta niha sîwanek li ser serê hikumeta Tirk heye û ew sîwan dewleta Tirk ji dadgehên cezakirinê diparêze.”

Beşîr Mele Newaf wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wekî Sakîne Cansiz û her du hevalên wê li Fransayê ku dewleta Tirk ew şehîd kirin, her wiha di van demên dawîn de jî em dibînin dewleta Tirk êdî ji hedê xwe derbas dibe, bi rêya MÎT`ê agahiyan bi dest dixe.”

Beşîr Mele Newaf da zanîn ku di van salên dawîn de dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêpîlot çend kesayetên li Rojavayê Kurdistanê û li Şengalê jî şehîd xistin û dewleta Tirk kesayetên ji bo xwe wek xetere dibîne, yekser mafên mirovan paşguh dike û berê xwe dide wan kesayetan, nemaze gelê Kurd.

‘ROLA ÎSTIXBARATA DEWLETA TIRK LI BAŞÛR ZÊDE BÛYE’

Beşîr Mele Newaf da xuyakirin ku êdî rola îstixbarata dewleta Tirk a qirker li Başûrê Kurdistanê zêde bûye, li Başûr dewleta Tirk a dagirker MÎT di nava gelê Kurd de çalak kiriye û wiha got: “Da ku îstixbarat bikarin çalakiyeke wiha bikin, bê guman divê bingeha wan ji aliyê civakê ve jî hebe; ev yek bi rêya avakirina şaneyan tê kirin.”

Beşîr Mele Newaf got: “Dewleta Tirk ji îstixbaratên xwe re qad li Başûrê Kurdistanê vekiriye, ji ber vê yekê bi hêsanî tev digerin. Ev tê wateya jihevxistina aliyê civakê, hem jî xetereyê ji bo kesekî ku bi awayekî fermî li wê deverê dimîne, destavêtineke li ser jiyana wan kesan tê kirin. Divê serkirdeyên Başûrê Kurdistanê rê li ber van şaneyan bigirin.”

Beşîr Mele Newaf destnîşan kir ku sûcekî ku bi awayekî sîstematîk bê kirin, tu carî bêyî hevkarî temam nabe. Beşîr Mele Newaf wiha axaftina xwe dewam kir: “Ji sedî sed destwerdanek heye li ser Başûrê Kurdistanê, bi taybet di şehîdxistina Şukrî Serhed de, bê guman alîkarî ji kesayetên wê deverê heye da ku bigihêjin armanca xwe.”

‘DIYARDEYA SUÎQESTÊ DÊ EWLEHIYA BAŞÛR TÊK BIBE’

Têkildarî dewamkirina van kiryaran ji aliyê îstixbaratên dewleta Tirk a dagirker, Mele Newaf da zanîn ku wê tehlikuyê li ser neteweya kurd bîne, di heman demê de li ser rêveberiya hikumeta Başûr. Dema ku diyardeyeke wiha li deverekê rû bide bi xwe li ser ewlekariya deverê jî lawaziyekê çêdike.

Beşîr Mele Newaf wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dê rojekê ji rojan kesayeteke ji rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî bê hedefgirtin. Ji ber vê yekê divê asayîşa herêmê bûyera hedefgirtina Şukrî Serhed paşguh neke, ji ber vê yekê Başûrê Kurdistanê jî dibe xaleke kêmaniyê û dê ewlehiya wê xerab bibe.”

Rêveberiya giştî ya Dij terorê ya girêdayî YNK`ê di heman roja bûyera şehîdxistina Şukrî Serhed de ragihand ku wan derbarê bûyerê de agahiyên girîng bidestxistine. Piştre ji aliyê dezgeha Zanyarî û Asayîşê ve diyar kirin ku ew êriş ji hêla yek kesî ve pêk hatiye û ew kes hatiye girtin.

Lê li gorî zanyariyan ên ku êriş pêk anîne ne yek kese berovajî wê 4 kesin. Hîn jî kujerên şehîd Şukrî Serhet nehatiye eşkerekirin

Beşîr Mele Newaf diyar kir ku Başûrê Kurdistanê bûye sîwaneke kurdî divê li gorî vê yekê bibe stargeheke ji bo hemû kesayetên kurdperwer an ji bo hemû mirovahiyê di Rojhilata Navîn de; lewra divê hikumeta Başûrê Kurdistanê li vî nirxî xwedî derkeve û wiha dewam kir: “Dewleta Tirk baş dizane ku heke Başûrê Kurdistanê bi awayekî baş bi erkê xwe yê şoreşgerî û neteweyî derkeve ew ê bikaribe bandora xwe li her 3 parçeyên din ên Kurdistanê bike.”

‘DIZANIN GELÊ KURD HÊZA XWE JI ŞEHÎDAN DIGIRE’

Têkildarî şehîdxistina Şukrî Serhed, Mele Newaf got: “Miletekî ku bêyî şehîd be, miletekî mirî ye, dewleta Tirk a dagirker baş dizane ku gelê Kurd hêza xwe ji şehîdên xwe digire, ji ber vê yekê dixwazin derbeyekê li saziya malbatên şehîdan bixin bi vê derbeyê jî dixwazin wan malbatan bê hêvî bikin.”

‘DIVÊ HER KES BIBE DENGÊ KOMÎTEYA MALBATÊN ŞEHÎDAN’

Rewşenbîr û nivîskar Beşîr Mele Newaf di dawiya axaftina xwe de bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku rê li pêşiya îstixbarata dewleta Tirk a dagirker bigire, her wiha bal kişand ser çalakiya Komîteya Malbatên Şehîdan a li Silêmaniyê û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ew çalakî bi armanca parastina nirx û kesayetên Başûrê Kurdistanê ye û divê mezintir bibe, her wiha hêja ye ku deng vede da ku aliyên biwijdan dengê wê bibihîzin.”

Her hefte li cihê şehîdxistina Şukrî Serhad, Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK`ê ya Başûrê Kurdistanê tevî çalakvan û welatiyên Silêmaniyê çalakiyê li dar dixe û daxwaza eşkerekirina kujerên şehîd Şukrî dike.

ANHA