Eşqa tezkereyê ya opozîsyona Tirk

Eşqa tezkereyê ya opozîsyona Tirk
23 cotmeh, 2021   00:12

ŞUKRU GEDÎK

Tezkereya (biryarnameya ji bo operasyonên li derveyî sînor) ku Erdogan îmze kiriye, dixwazin pêşkêşî parlamentoyê bikin ku vîna wê qet nemaye û dema tezkereyê heta 2 salên din were dirêjkirin. Mijara sereke ya tezkereyê erêkirina rayeya şandina leşkeran û pêkanîna operasyonan li Iraq û Sûriyê ye.

Biryarên Konseya Ewlehiyê ya NY’yê yên “misogerkirina yekparebûn û serxwebûna Iraqê û ya Sûriyê... Tevlêbûna Tirkiyê li nava Koalîsyona Navneteweyî ji bo şerê li dijî DAIŞ û rêxistinên din ên terorîst û çalakiyên bi vê mebestê bidomîne...” ji bo tezkereyê dikin palpişt û ji xwe re rayeya li derveyî sînorên xwe pêkanîna operasyonan çêdikin.

Sedema sereke ya tezkereyê jî wiha hatiye ravekirin: Hebûna berdewam a pêkhateyên PKK û DAIŞ'ê li Iraqê, hewldanên cihêkariya etnîkî, ji bo aştiya herêmî, aramî û ewlehiya welatê me gefeke rasterast çêdikin. Rêxistinên terorîst û bi taybet PKK/PYD-YPG û DAIŞ çalakiyên xwe yên li dijî welatê me, ewlehiya me ya neteweyî û welatiyên sivîl herêmên li ser sînorê me yê Sûriyê didomînin...” Derewên wiha li dû hev hatine rêzkirin.

Tevî hevkariya xwe ya bi DAIŞ'ê re, xwedîkirina wê, piştgiriya dewletê, pênasekirina wek Kuvayî Mîllîye (yekîneyên herêmî yên şerê serxwebûna Tirkiyê) û tevî ku li Idlibê, di dagirkirina Rojava de û di êrişên li derveyî sînor de wek hêzeke şer bi kar anî, çawa ew çete dibin babeta vê tezkereyê? Pêkanîna biryareke bi navê 'têkoşîna li dijî DAIŞ'ê’ ji bo pêkanîna biryarên Konseya Ewlehiyê, ji polîtîkayeke durû ye ku li ser derewan hatiye avakirin. Nûnera hêza fermî ya DAIŞ'ê ya herêmê, dewleta Tirk bi xwe ye. Biryar bi temamî tunekirina Kurdan armanc dike û referansa wan a DAIŞ'ê jî tenê maskek e.

Hemû operasyonên li derveyî sînor ên bi salan e tên kirin, li dijî Kurdan in û armanca wan tunekirina PKK'ê ye. Mîna hikumetên berê, desthilata heyî jî li ser tunekirina Kurdan xwe didomîne. Ev yek tê fêmkirin. Ji ber ku dema mesele dibe pirsgirêka Kurd, fobiya li dijî Kurd çêdibe, nexweşiyên norolojîk dubare dibin û tendurustiya wan mêjî têk diçe. Di encamê de çareseriya pirsgirêkê bi rêbazên leşkerî ve girê didin û ev yek jî dibe sedema domandina rewşa şer.

Çareseriyên leşkerî ku armanca wan tesfiye û tunekirinê Kurdan li nava sînoran û li derveyî sînor e, rêbazek e ku gelekî hatiye ceribandin. Heta niha encam jê nehatiye girtin û divê kes li bendê nebe ku encamekê çeke jî. Jixwe ji ber ku tu encam jê dernakeve, li pey lêgerîna çareseriya siyasî dikevin. Carinan qala çareseriyê hatibe kirin jî, ev yek bi tenê bûye navgîneke propagandayên ji bo hilbijartinan. Ji ber vê yekê hişê hevpar ê hikumetê û yê opozîsyonê jî çareseriya leşkerî ye. Di tezkereya dawîn de jî tê payîn ku muxalîf bibêjin erê.

Muxalefeta ku tezkere erê kiriye, bi şandina leşkeran bi ser Kurdan de û pêkanîna komkujiyan dê çawa pirsgirêka Kurd çareser bike? Nêzîkatiyeke wiha ya li pirsgirêka Kurd, gelekî jirêzê û durû ye. Gerandina qulopiloyan li ser Kurdan, ji xwe re kirine şêwaza sereke ya siyasetê. Wekî ku tinazên xwe bi hişekî gelekî dikin. Pîrozbahiya salvegera 30'emîn a NÇM'ê qedexe dikin, ji berk u bi kurdî stran gotine di girtîgehê de ceza didin Leyla Guven, kesên li ser dikan bi kurdî stranan dibêjin lînc dikin lê belê denge opozîsyonê nayê bihîstin. Gelo ev çi cure çareserî ye ku tu îzaheke wê ya mentiqî nîn e. Çareseriyeke bêmentiq jî mentiqekî xwe heye helbet.

Em dixwazin ji vir ragihînin ku armanca vê tezkereyê ne wekî gotina wan e. Navê DAIŞ'ê datînin kêleka navê PKK'ê û qaşo ji bo 'têkoşînê' ji parlamentoyê rayeyê dixwazin. Hikumet qaşo ji parlamentoyê rayeyê digire lê hewl dide pê gel bixapîne. Erdogan ku bi sefseteya xwe ya 'beka'yê opozîsyona Tirk daye pey xwe û hewl dide bigihêje armanca xwe. Heke opozîsyon vê tezkereyê erê bike, dê çawa ji Erdogan cudatir be? Ev qas qîl û qala wan jî bê wate dimîne.

Armanca vê tezkereyê ew e ku li qadên dagirkeriyê mayînde bibin. Niha ne dewleta Iraqê û ne jî ya Sûriyê ne xwedî wê hêzê ne û ne jî xwedî wê îradeyê ne ku hebûna leşkerî ya Tirk ji welatên xwe derxin. Kî dê wê derxe, di nava kîjan şert û mercan de? Bersiva van pirsan tune ye û kesekî ku bersivê bide jî nîn e. Amerîka û Rûsya ji bo berjewendiyên xwe Tirkiyê bi kar tînin. Di berdêla vê de jî Tirkiye bi rêya dijminatiya Kurdan ji bo xwe cih vedike.  Hikumeta Erdogan bûye rêxistineke sûc a navneteweyî. Bûye welatekî ku hemû karên qirêjî lê têne kirin, ji narkotîkê heta şofandina pereyan, ji bikaranîna penaberan wek gefan û bazirganiya mirovan. Hêzên navneteweyî vê yekê dibînin û piştrast dikin, lê dîsa jî alîkariyê didinê.

Divê gelê Kurdistanê bizane ku dê dewleta Tirk herêmên ku dagir kirine, neterikîne. Heke dê helwest çêbe, divê li ser vê bingehê be. Divê li ser esasê bidawîkirina dagirkeriyê perspektîfeke têkoşînê hebe. Divê li dijî hêzên navneteweyî yên destekê didin Tirkiyê û PDK’ya hevkar jî di nav de, helwesteke hevpar li dijî wan nîşan bidin û kampanyayeke neteweyî dest pê bike û tê bikoşin. Da ku dagirkerî bi dawî bibe, divê hêza xwe bi yekcarî çalak bike.

ANHA