Balafirên keşfê yên dewleta Tirk bê navber li ser Kobanê digerin

Ji duh ve li Kobanê tevgera balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker berdewam e.

Balafirên keşfê yên dewleta Tirk bê navber li ser Kobanê digerin
22 cotmeh, 2021   19:22
KOBANÊ

Balefirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker ku heya ber êvarê li rojhilatê kobanê digeriyan, di saetên êvarê de li ser bajarê Kobanê, bajarokê Şexler ê rojavayê bajar û navçeya Sirînê yê rojhlatê bajar digerin.

Nûçegihanê me ji herêmê got, li herêmê herî kêm du balafir digerin û tevgera wan bê navber berdewam e.