Berdevkê QSD’ê Aram Hena dê vê êvarê tev li bernameya ANHA’yê bibe

Ajansa me îro bernameyeke taybet bi boneya çaremîn salvegera rizgarkirina bajarê Reqayê, damazirandina QSD’ê û rola wê di pêşeroja Sûriyê de û gefên dewleta Tirk saet di 19.00’an de bi berdevkê fermî yê QSD’ê Aram Hena re li dar bixe.

Berdevkê QSD’ê Aram Hena dê vê êvarê tev li bernameya ANHA’yê bibe
21 cotmeh, 2021   12:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 17'ê Cotmeha 2017'an de bajarê Reqayê rizgar kir.

Hemwextî salvegera damezirandina QSD’ê, dewleta Tirk a dagirker gefên êrişên nû li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe û heta niha helwesta navneteweyî têkildarî van gefan ne zelal e.

Ajansa me îro saet di 19:00’an de bi dema bajarê Qamişlo, li ser malpera ajansê û hesabên medyaya civakî dê bi berdevkê fermî yê QSD’ê Aram Hena re bernameyekê li dar bixe.

(dx)

ANHA