'Vekirina Nivîsgeha Pirjiniyê li ser tevahî jinan xeter e'

Kordînasyona Kongreya Star a Rojava vekirina Nivîsgeha Pirjiniyê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve li herêma Ezazê ya dagirkirî, şermezar kir û wek xetereyeke li ser hemû jinan bi nav kir.

'Vekirina Nivîsgeha Pirjiniyê li ser tevahî jinan xeter e'
21 cotmeh, 2021   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê Kordînasyona Kongreya Star a Rojava îro daxuyaniyek da û vekirina Nivîsgeha Komeleya Pirjiniyê li herêma Ezazê ya dagirkirî, şermezar kir.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin: "Em wek Kordînasyona Kongreya Star a Rojava tiştên ku li wan herêman diqewimin ên ji ber zîhniyeta baviksalarî û paşverû ya ku bandoreke neyinî li civakê û bi taybet li jinan dike, bi tundî şermezar dikin."

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku mafê zewaca gelek jinan re bû sedema koletiya jinan û wekî makîneyekê tenê ji bo zarokanînê û sînordarkirina rola wan bi xizmetkirina mêran û karê malê de ye û wiha hat diyarkirin: "Jin li wan herêman rastî gelek pirsgirêkên siyasî, civakî, aborî, çandî û psîkolojîk tên."

Di daxuyaniyê de hate piştrastkirin ku piştgiriya pirjiniyê ji bo hemû jinan metirsiyekê çêdike û wiha hate gotin: “Divê em li dijî van pirsgirêkên ku zirarê didin civakê rawestin da ku wekheviya jin û mêr di kar de pêk were. Bi şoreşa Rojava re jinê mafên xwe nas kir û hebûna xwe îspat kir û di hemû qadan de cihê xwe girt, lê tevî vê yekê jî gelek jin rastî neheqiya civakê tên û civak hîn zihniyeta desthilatdar li ser wan dimeşîne."

Daxuyanî wiha hat domandin: "Kongreya Star bi xebat û çalakiyên xwe karibû pirjiniyê bi rêya qanûnên civakî û perwerdekirina civakê sînordar bike, da ku rê li ber paşverûtiyê bigire. Bi qanûnên xwe Kongreya Star hewl dide civakê perwerde bike û ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî çalakiyên xwe yên di nava civakê de zêde bike."

Di daxuyaniyê de bang li mêr û civakê hat kirin ku dev ji zihniyeta pirjiniyê berdin û beşdarî avakirina civakeke exlaqî bibin.

Kongreya Star bang li hemû rêxistinên jinan kir ku li dijî pirjiniyê yekîiiya xwe ava bikin û bi hemû jinan re têkiliyê deynin da ku rêxistinê xurt bikin û qanûna jinan di civakê de pêk bînin.

(dx)

ANHA