Beşa yekemîn a xwendekarên Peymangehên Şehîd Viyan Amara derçûn

Beşa yekemîn a xwendekarên Peymangehên Şehîd Viyan Amara yên kantona Şehbayê xwendina xwe bi dawî kir.

Beşa yekemîn a xwendekarên Peymangehên Şehîd Viyan Amara derçûn
21 cotmeh, 2021   12:30
ŞEHBA

Peymangehên Şehîd Viyan Amara di sala 2019`an de deriyên xwe li xwendekarên herêma Efrînê da ku xwendina xwe li kantona Şehbayê temam kirin, vekirin. 4 peymangeh (mamostetî, bîrkarî, zanist, fîzîk û kîmya) vekirin û paşê beşên bijîşkî û wêjeya kurdî hatin vekirin. Nêzî 50 xwendekaran di beşên navborî de û di nava 2 salan de xwendina xwe temam kir.

Bi vê boneyê rêveberiya Peymangehên Şehîd Viyan Amara li qada peymangehê ya li navçeya Ehdas a li kantona Şehbayê şahiyek li dar xist. Di şahiyê de endamê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Efrînê Umer Ehmed wiha axivî: "Îro me ji dagirker û çeteyan re îsbat kir ku em li hember çavnebariya wan bi fikrên xwe yên azad li ber xwe didin û me bi rihê berxwedan û fêrbûnê planên wan parçe kirin."

Paşê ji rêveberên Peymangehên Şehîd Viyan Amera Bêrîvan Umer jî got: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide dibistanên Efrînê hilweşîne û gelek komkujî li dijî xwendekarên me li Til Rifet û Efrînê pêk anîn."

Paşê bawername li xwendekaran hatin belavkirin. Şahî bi dîlanan bi dawî bû.

(bx)

ANHA