Di çalakiya li Minbicê de banga xurtkirina têkoşînê ji bo azadiya rêbertî hate kirin

Çalakiya bi kon a li Minbicê ya ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û bi banga azadkirina wî ya fîzîkî bi dawî bû.

Di çalakiya li Minbicê de banga xurtkirina têkoşînê ji bo azadiya rêbertî hate kirin
Di çalakiya li Minbicê de banga xurtkirina têkoşînê ji bo azadiya rêbertî hate kirin
Di çalakiya li Minbicê de banga xurtkirina têkoşînê ji bo azadiya rêbertî hate kirin
Di çalakiya li Minbicê de banga xurtkirina têkoşînê ji bo azadiya rêbertî hate kirin
Di çalakiya li Minbicê de banga xurtkirina têkoşînê ji bo azadiya rêbertî hate kirin
Di çalakiya li Minbicê de banga xurtkirina têkoşînê ji bo azadiya rêbertî hate kirin
Di çalakiya li Minbicê de banga xurtkirina têkoşînê ji bo azadiya rêbertî hate kirin
17 cotmeh, 2021   15:36
MINBIC

Çalakiya konvendanê ya li Minbicê duh ji Akademiyên Civaka Demokratîk ve ji bo şeremzarkirina komploya 9'ê Cotmeha 1998'an a li dijî rêber Abdullah Ocalan û bi banga azadiya wî ya fîzîkî dest pê kiribû.

Çalakî îro bi dawî. Endamên meclis, saziyên sivîl, leşkerî û nûnertiyên partiyên siyasî yên bajar û gundewarê Minbicê beşdarî çalakiyê bûn û piştgiriya xwe bi rêber Ocalan re nîşan dan.

/ar/uploads/files/2021/10/17/151241_mhmd-aly-alabw.webp

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbic û Gundewarê wê Mihemed Elî El-Ebo axivî, diyar kir ku ew ê heta dawiyê ji bo avakirina civakeke demokratîk û siyasî ya ku rêber Ocalan bangî dike, tê bikoşin. Her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku berpirsyartiyên xwe bi cih bînin û zextê li dewleta Tirk a faşîst bikin da ku tecrîdê bi dawî bikin û azadiya rêbertî pêk bînin.

/ar/uploads/files/2021/10/17/151255_mhmwd-alaydw.webp

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd El-Îdo jî îşaret pê kir ku rêber Ocalan bi fikir û felsefeya xwe çareserî ji hemû aloziyên gelên Rojhilata Navîn re dît, ji ber fikirê wî hemû hêzên herêmî û cîhanî, di serî de dewleta Tirk şerî wî kirin.

Di çalakiyê de sinevîzyoneke li ser komploya 9'ê Cotmehê hate pêşandan.

Di dawiyê Akademiyên Civaka Demokratîk û Komîteya Azadiya Rêbertî daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Rastî êdî eşkere ye, rev jî nabe. Ji Lew re divê her kes bizanebe ku em parêzvan in, banga azadiya rêber Abdullah Ocalan dikin."

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin, rêbertî projeya neteweya demokratîk pêşkêş kiriye, ji hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn re çareserî dîtiye, banga mafên gelên bindest dike.

Her wiha hate destnîşankirin ku armanc ji girtina rêber Abdullah Ocalan û ferzkirina tecrîda girankirî  ew ku her kesên ku hewl didin Rojhilata Navîn ber bi azadî û wekheviyê ve bibin têk bibin.

Di daxuyaniyê de bang li hemû pêkhateyan hate kirin ku têkoşînê xurt bikin, dengê xwe bighînin hemû rêxistinên cîhanî yên li dijî tundiyê da ku erka xwe ya mirovî li hemberî rêbertî bi cih bînin.

ANHA