Şandeya rûsî û Esed tevkarî û komîteya destûrî gotûbêj kirin

Beşar Esed bi nûnerê taybet ê Serokê Rûsyayê yê li Sûriyê Alexander Lavrentiev, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Vershinin û şanda pê re civiya.

Şandeya rûsî û Esed tevkarî û komîteya destûrî gotûbêj kirin
17 cotmeh, 2021   15:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Beşar Esed bi nûnerê taybet ê Serokê Rûsyayê li Sûriyê Alexander Lavrentiev, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Vershinin û şanda pê re civiya. Civîn li Şamê pêk hat.

Li gorî SANA'yê ya girêdayî hikumeta Şamê "Her du aliyan mijarên girêdayî tevkariya di navbera her du welatan de ser asta têkoşîna li dijî terorê, qad aborî û bazirganiyê gotûbêj kirin."

Aliyê rûsî diyar kir ku serdana wan bi daxwaza serok Vlademir Pûtîn ji bo xurtkirina tevgeriyê di navbera Moskova û Şamê de pêk hate û gotin "Rûsya amade ye bi awayekî çalakî beşdarî xebatên jinûve avakirinê û avakirina binsaziya bibe ku terorê xirab kiriye. Her wiha peymanên îstîsmarkirinê di qadên enerjî û çandiniyê de bi Sûriye re îmze bike da ku berjewendiyên her du gelên dost pêk bîne û  aboriya Sûriyê çalak bike."

Di hevdîtinên de mijara civînên komîteya destûrî hate nîqaşkirin ku dê sibe dest pê bikin.