Li Tebqayê têkildarî komploya 9'ê Cotmehê panelek hate lidarxistin

Komîteya Azadiya Rêbertî têkildarî komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî rêber Abdullah Ocalan panelek li navenda çandê ya bajarê Tebqayê li dar xist.

Li Tebqayê têkildarî komploya 9'ê Cotmehê panelek hate lidarxistin
17 cotmeh, 2021   14:33
TEBQA

Bi sedan şênî, di nav de nûnerên rêveberiya sivîl, meclisên leşkerî , partiyên siyasî û ciwan beşdarî panelê bûn.

Hevserokê navenda çandê Elî Elaya bixêrhatina beşdaran kir û ew vexwendin deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan.

Paşê endamê Komîteya Azadiya Rêbertî Cahid Hesen axivî.

Hesen bal kişand ser gelek xalan girêdayî komploya li ser rêbertî û armancên wê û diyar kir ku armanca komployê ew bû ku fikirê rêbertî, projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan têk bibin.

Cahid Hesen destnîşan kir ku rêbertî şerê zihniyeta desthiltdar a dewletê dikir, ji ber vê yekê hêzên komploger komplo li dijî wî pêk anîn.

Hesen her wiha diyar kir ku rêbertî girîngî da rola jinan di rêvebirina civakan de û got: "Jina ku civak wê lawaz û bê nêrîn dibîne, ew jin ku civakê perwerde dike. Bêyî azadiya jinan civak azad nabe."

Cahid Hesen anî ziman ku projeya neteweya demokratîk a ku rêbertî derxistiye sedema girtina wî bû û diyar kir ku cara yekemîn e kapîtalîzm, sosyalîzm û neteweperast li ser armanceke hevbeş ku komplo li dijî rêbertî pêk bînin, li hev kirin.

Endamê Komîteya Azadiya Rêbertî di dawiya axaftina xwe de got: "Kînya stasyona sereke ya rêber Abdullah Ocalan bû, piştî ku hemû hewldanên tesfiyekirina wî pûç bûn. Encam niha em dibînin ku ev 23 sal in rêbertî di girtîgeha Îmraliyê de ye û nahêlin malbat serdana wî bikin  û tecrîdeke giran li ser wî ferz kirine. Lê rêbertî girtîgeh kir dibistana fikir û zanistê û ji dijmin re îsbat kir ku dîwar li ber belavbûna fikir ji gelan re tu carî nabe asteng."

Panel bi nîqaşan bi dawî bû.

ANHA