​​​​​​​Li Werxelê berxwedana gerîla berdewam dike

Li qada Werxelê ya herêma Avaşînê berxwedana gerîla li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker bê navber dewam dike.

​​​​​​​Li Werxelê berxwedana gerîla berdewam dike
16 cotmeh, 2021   12:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek der barê çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriya Tirk de da û ev agahî parve kirin:

“Li Qada Berxwedanê ya Werxelê ya herêma Avaşînê;

15'ê Cotmehê çaxê sibehê artêşa TC'ê ya dagirker Qada Berxwedanê ya Werxelê bi teqemeniyan û çekên giran bombe kiriye. Piştî bombebaranê dagirkeran dema ku xwestine bi pêş ve biçin, Berxwedêrên me yên li Werxelê mudahele li wan kiriye û şerekî giran çêbûye. Bi berxwedana Şervanên me yên Werxelê dagirker nekarîne ku bi pêş ve biçin.

15'ê Cotmehê saet nabeyna 22:30-00:00'an li Mervanas a herêma Avaşînê û li qada Tabûra Ereban tevgera helîkoptêran çêbûye.

15'ê Cotmehê derengiya şevê derdora gundê Êdinê yê nehyaya Kanî Masî ya Amediyê ji hêla qereqolên li ser xeta sînor bi obûs û hawanan hatiye bombekirin.

15'ê Cotmehê saet di navbeyna 10:30-12:30'an de qadên Girê Savaş, Girê Hîwa, Girê Roj û gundên Bêpala, Tûtmê, Şêxan û Mawnanê yên herêma Qendîlê bi balafirên şer hatiye bombekirin.

Ji ber bombebaran dewleta TC'ê a dagirker ziyan gihaye ser bax û baxçeyê gelê me yê sivîl û li eraziyê şewat derketiye.”