Hikmet El-Hebîb: Berpirsyariya avakirina Sûriyeke nenavendî ya her kesî ye

Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê Hikmet El-Hebîb diyar kir ku êrişên li ser projeya Rêveberiya Xweser û neqebûlkirina diyalogên bi wê re, redkirina îradeya civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, her wiha destnîşan kir ku divê her kes hewl bide Sûriyeke nenavendî ava bike.

Hikmet El-Hebîb: Berpirsyariya avakirina Sûriyeke nenavendî ya her kesî ye
16 cotmeh, 2021   11:19
HESEKÊ

Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê Hikmet El-Hebîb di kongreya yekemîn a Yekitiya Kedkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de axivî.

El-Hebîb di destpêka axaftina xwe de lidarxistina kongreyê pîroz kir û got: “Nêrîna şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêkê ji ya kesên ku xwe wekî muxalif bi nav dikin, cuda ye."

El-Hebîb wiha axivî: “Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ala TEV-DEM`ê rakir û li ser wê bingehê Rêveberiya Xweser hate avakirin û hêzên leşkerî herêm parastin û heta roja îro tevî gef û êrîşan jî herêmê bi rê ve dibin."

El-Hebîb destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilate Sûriye sîstema demokratîk û nenavendî heye ku tevahî pêkhateyên herêmê di nav de cih digirin. Her wiha li hember hemû êrişên çeteyên dewleta Tirk sekinîn û li ber xwe didin.

Her wiha El-Hebîb piştrast kir ku Rêveberiya Xweser vîna xwe ji civaka Bakur û Rojhilate Sûriye digire û anî ziman ku ji ber vê yekê hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk û çeteyên wê êrişî wê dikin.

Têkildarî diyaloga bi hikumeta Şamê re El-Hebîb got: “Hikumeta Şamê diyalogê red dike. Em wek Rêvberiya Xweser ji bo diyalogan bi hemû aliyê din re vekirî ne, lê rejîma siyasî ya navendî diyalogan red dike, ji ber ku ev tecrube ji nava kedkaran derketiye. Diyalogên bi hikumeta Şamê re sekinîne."

Hikmet El-Hebîb di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser projeya Rêveberiya Xweser û wiha lê zêde kir: “Ger em hem xwe berpirsyar bibînin, em ê vê aloziyê derbas bikin, her wiha divê her kes li kêleka Rêveberiya Xweser, hêzên leşkerî û QSD’ê bisekine da ku em bigihêjin Sûriyeke demokrat û nenavendî."

(dm)

ANHA