ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-10-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-10-2021
12 cotmeh, 2021   23:00

-Çalakiya Konvendê ya li deriyê Sêmalka ya bi daxwaza radestkirina cenazeyên gerîlayên şehîd û şeremzarkirina siyasetên PDK'ê di roja 9'an de berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Qamişlo endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mistefa Henan û gerîla Zinarîn Welat li goristana Şehîd Delîl Sarûxan oxir dikin, saet 16:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Merasîmê bîranîna nûçegihanê me Seed Ehmed li goristana Şehîdan a Til Temirê tê lidarxistin. Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê merasîmê bîranîna şehîdên meha Cotmehê li navenda meclisê li dar dixe, saet 11:00'an(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Civaknas û çalakvanên Kolombî destnîşan kirin ku têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan pêş xistiye îro di têkoşîna wan de deng vedide û got, divê êdî azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk were. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rojnamevan Seed Ehmed bi belgeyên ku ji bajarekî wêrankirî ragihandibû zindî ye, ku tê de birînanên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hewldanên tunekirina hebûnê yên bi destpêkirina êrişên artêşa Tirk û çetekyên wê re di 9`ê Cotmeha 2019`an rastê hatibû, belge kiribû. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên Kobanê got, ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji bikaranîna çekên kîmyewî qirkirina gelê Kurd e, her wiha bêdengiya navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk şermezar kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Hevserokê MSD'ê Riyad Derar got, dûr e ku dewleta Tirk cesaret bike ku herêmên din ên Sûriyê dagir bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Gabraîl Şemûn bang li civaka navneteweyî kir ku rê li ber sûcên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye bigire. Her wiha bang li şêniyan kir ku li hemberî êrişên dagirkeriyê piştgiriyê bidin hêzên parastinê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ezab Ebûd û got: "Hedefgirtina Hevrîn Xelef hedefgirtina projeya avakirina civaka exlaq û polîtîk e, her wiha hedefgirtina rihê jina têkoşer e." (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

-Tirkiyê gelê Kurd hedef digre û hewl dide fitneyê di navbera kurdan de derxîne. Di vê yekê PDK'ê û çekdarên wê li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê de bi kar tîne. PDK'ê jî xeta xiyanetê berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Yadê Eqîde ji bo azadiya jinan û parastina mafên wan, her wiha ji bo edaleta civakî têkoşîneke bêhempa raber kir û di oxira wê de canê xwe feda kir. Yadê Eqîde  bi ked û sekna xwe bû mînaka jina azad a wêrek. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

- Mîhrîcana Şehîd Bawer a Duyemîn ya ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ve hatiye organîzekirin, li bajarê Kobanê dest pê dike, saet 14:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

-Li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê, Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê meşekê li dar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Navenda Tenduristiyê ya li kampa koçberên Girê Spî zehmetiyên peydakirina pêwîstiyên tenduristiyê ji hemû nexweşan re, bi taybet yên koronayê dikişîne. Rêveberiya navendê banga alîkariyê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Piştî zêdetirî salekê ji xebatên sererastkirinê, Nexweşxaneya Gel a Navçeya Şedadê li benda xebatkarên tenduristiyê ye da ku bikeve xizmetê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên gundewarê Dêrazorê nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk da ku ava Firatê qut dike û ev yek bi sûcekî dermirovî li dijî gelê Sûriyê bi nav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA