‛Armanca dewleta Tirk ji bikaranîna çekên kîmyewî qirkirina kurdan e’

Şêniyên Kobanê got, ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji bikaranîna çekên kîmyewî qirkirina gelê Kurd e, her wiha bêdengiya navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk şermezar kir.

‛Armanca dewleta Tirk ji bikaranîna çekên kîmyewî qirkirina kurdan e’
13 cotmeh, 2021   01:56
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan şerê qirkirinê li dijî gelê Kurd dimeşîne, di vê dema dawî de êrişên xwe zêde kirin û tê de çekên kîmyewî bi kar anîn. Li hember komkujî û sûcên dewleta Tirk ên li dijî kurdan civaka navneteweyî bê deng e.

Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar anîn. Armanca wê ji vê yekê vîna xurt û berxwedana gerîlayên azadiyê bişikîne.

Têkildarî vê yekê, Navenda Ragihandinê ya HPG'ê di daxuyaniya xwe ya 23’yê Îlonê de bîlançoya mehekê ya şer eşkere kir. HPG'ê ragihand ku artêşa Tirk di mehekê de 157 êrişên kîmyewî li dijî gerîla pêk anîne.

Li ser vê yekê, şêniyê bi navê Edhem Hec Elî yê ji Kobanê diyar kir ku dema hikumeta Şamê çekên kîmyewî bi kar anîn, gelek bertek li dijî wê hatin nîşandan. Lê li hemberî dewleta Tirk ku çekên kîmyewî bi kar tîne heta niha tu berket nehatine nîşandan.

Elî wiha domand: "Dewleta Tirk erêkirin ji Amerîka û Rûsya wergirtiye. Ji lew re bi serbestî çekên kîmyewî bi kar tîne. Lê gel baweriya xwe bi van her du dewletan neyne, ji ber ku hişt dewleta Tirk gelek herêmên Sûriyê dagir bike."

Edhem Hec Elî  destnîşan kir ku dewleta Tirk nikarî vîna gelê Kurd bişikanda, Ji lew re çekên kîmyewî li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê bi kar tîne.

Li aliyekî din jî şêniyê bi navê Tewfîq Hemo yê ji Kobanê got, dewleta Tirk dixwaze gelê Kurd qir bike. Ji lew re her devera ku Kurd lê heye, dike hedef.

Hemo wiha pê de çû. "Dewleta Tirk bi rêya çekên kîmyewî armanc dike kurdan qir bike û bi hincetên derew bi tevahî rêbazan êriş dike. Lê dewletên cîhanê ji bo parastina berjewendiyên xwe li ser hesabê gelê Kurd bê deng in. Dewleta Tirk jî ji vê bêdengiyê sûdê digire."

Tewfîq Hemo destnîşan kir ku dewleta Tirk îdia dike ku ew dewleteke musiliman e, lê bi carekê ol pêk neyane, ji ber tu girêdana qetilkirin, pêkanîna komkujî û sûcan bi ola îslamê ve tune ye û wiha domand: "Tevahî sûc û binpêkirinên dewleta Tirk pêk tîne di ola îslamê de hatine heramkirin."

Her wiha Mihemed Ehmed ê ji Kobanê jî wiha axivî: "Bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla ji hêla dewleta Tirk ve asta acizî û krîza hundirîn a dewleta Tirk nîşan dide. Ji lew re di gel bêdengiya navneteweyî de qanûnên navneteweyî bin pê dike. Lê vîna gelê Kurd a xurt di çi demê û rewşê de neşikî û dê serkeftina para kurdan be."

Mihemed anî ziman ku dewletên ku parastina berjewendiyên xwe dikin û çav ji sûcan re digirin dê li hember vîna gelê Kurd têk biçin.

(fr)

ANHA