Parêzeran rêbazên darizandina dewleta Tirk nîqaş kirin

Têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî, panelek hate lidarxistin. Di panelê de rêbazên darizandina dewleta Tirk bi rêya şandina gilînameyekê ji dadgeha navneteweyî re hatin nîqaşkirin.

Parêzeran rêbazên darizandina dewleta Tirk nîqaş kirin
Parêzeran rêbazên darizandina dewleta Tirk nîqaş kirin
Parêzeran rêbazên darizandina dewleta Tirk nîqaş kirin
Parêzeran rêbazên darizandina dewleta Tirk nîqaş kirin
Parêzeran rêbazên darizandina dewleta Tirk nîqaş kirin
Parêzeran rêbazên darizandina dewleta Tirk nîqaş kirin
Parêzeran rêbazên darizandina dewleta Tirk nîqaş kirin
Parêzeran rêbazên darizandina dewleta Tirk nîqaş kirin
Parêzeran rêbazên darizandina dewleta Tirk nîqaş kirin
Parêzeran rêbazên darizandina dewleta Tirk nîqaş kirin
12 cotmeh, 2021   15:03
HESKEÊ

Komîteya Koçberên Serêkaniyê, ji bo balê bikişîne ser sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilata Sûriyê û rola parêzer û hiqûqnasan di eşkerekirina van sûcan panelek li dar xist.

Panel li hola civînan a meclisa kampa Waşûkanî bi beşdarbûna bi dehan parêzer, hiqûqnas û dadwer, bi dehan koçberên li kampê hate lidarxistin.

Panel ji aliyê berdevkê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Mehmûd Cemîl û endamê komîteyê Ciwan Îsan û dadwera di dîwana edaleta civakî ya bajarê Hesekê Kesîra Neimê ve hate birêvebirin.

Panelê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, paşê Kesîra Neima got bal kişand ser sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê û got, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji beriya du salan ve sûcên dijmirovahiyê pêk tînin û hemû qanûnên navneteweyî û mafên mirovan bin pê dikin.

Kesîra Neima anî ziman ku dewleta Tirk serdestiya dewletên cîran bin pê dik, ji roja yekemîn a dagirkirinê ve demografiya herêman diguhere, malbatên çeteya li şûna niştecihên resen bi cih dike.

Kesîra Neima bang li parêzer û hiqûqnasên ji bajarê Serêkanyê, civaka navneteweyî, Koalîsyona Navneteweyî, rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan kir ku zextê li dewleta Tirk bike da ku ji herêmên dagirkirî vekişe

PARÊZER: DAGIRKIRIN DU SÛC IN KU QANÛNA GIŞTÎ BIN PÊ DIKE

Parêzeran li ser mijarê nêrînên xwe parve kirin, destnîşan kirin ku dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê du sûc in, yek dagirkirina xaka dewleta cîranê û ya din êrişên domdar ên li ser herêmê ye.

Her wiha diyar kirin ku ev her du sûc li dijî qanûna giştî û ya mirovî ye, di heman demê de peymanên navneteweyî bin pê dike.

Parêzeran her wiha got, civaka navneteweyî bi bêdengiya xwe dagirkeriyê rewa dike.

Di dawiya panelê de parêzer, dadwer û hiqûqnasan daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser armancên pêngava komîteyê, sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî.

Her wiha mijarên ku di panelê de hatin nîqaşkirin, hatin destnîşankirin û wiha hate gotin:

Di panelê de ji sûcên dagirkeran zêdetir, rola parêzer û hiqûqnasan hate nîqaşkirin ku dê çawa li hemberî van sûcan de di rewşên qanûnî û li gorî rêgezên mafên mirovan û peymanên navneteweyî yên parastina jiyan û mafên sivîlan tevbigerin. Her wiha rêbazên dayîna têkiliyan bi rêxistinên hiqûqî re hatin nîqaşkirin da ku rewşên dijwar ên li kampan û navendên ku koçber lê dimînin bidin naskirin.

Di dawiya nîqaşan de ev biryar hatin girtin:

1-Hate teqezkirin ku doza me mafekî rewa ye û nabe were paşguhkirin. Di serî de divê dagirkerî were bidawîkirin û mafê vegerê were misogerkirin. Her wiha divê êş û azarên koçberan û rewşa dijwar bi belge û delîlan ji raya giştî û qadên navneteweyî re were ragihadin.

2-Divê binpêkirin werin şopandin û bi koordîneya aliyên herêmî û derve yên têkidar re werin belgekirin, sûcên ku artêşa Tirk û komên wê yên çekdar werin teşhîrkirin, rewşa qanûnî ya girtiyên di girtîgehên komên çekdar û dewleta Tirk de werin şopandin, zext li aliyên hiqûqî û navneteweyî were kirin da ku rewşê bişopînin û bi rêbazên qanûnî û rewa girtiyan serbest berde.

3- Divê bi rêya raporekê aliyên navneteweyî, rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî û dewletên garantor werin agahdarkirin ku rêxistinên terorîst (DAIŞ – El-Qaîde) ji nû ve xwe li herêmên dagirkirî bi rêxistin dikin û desteka perwerdeyê ji dewleta Tirk digre. Ev yek xeteriyê li ser xebatên pêkanîna ewlehiyê li Sûriyê çêdike.

4-Divê parêzer û hiqûqnasên ji bajar bi aliyên derve re peywendiyan deynin da ku dest bi tedbîrên destpêkê yên pêwîst bikin. Divê gilînameyeke fermî radestî aliyên navneteweyî mîna Dadgeha Cezayan a Navneteweyî ya li Lahayê bike, ji bo ku sûcdar ji cezayan nafilitin. Ji bo şopandina vê dozê divê parêzerên navneteweyî werin wezîfedarkirin.

5-Ji bo pêvajoya bê amadekarî werin kirin, nîqaşên li ser mekanîzmeya rakirina giliyan ji Dadgeha Cezayan A Navneteweyî re werin destpêkirin ku sûcdarên şer, kesên ku beşdarî şer bûne ji fermandarên dewleta Tirk û komên leşkerî yên girêdayî wê (Siyasetmedar û leşker) werin cezakirin. Divê ev kesanan bi delîl û raporên fermî yên bi belgekirî li pêşiya dadgehên niştimanî û biyanî werin sûcdarkirin da ku li gorî qanûnan sûcdar sewqî edaletê werin kirin.

6-Komîteyeke (Qanûnî-Hiqûqî) ji koçberên li hundir û derveyê welat were avakirin da ku hemû dosyayên qanûnî bişopînin ku dewleta Tirk neçar bike ku li gorî qanûnên navneteweyî kar bike.

7-Ji bo darizandina sûcdaran, divê dadgehên taybet werin avakirin.

7-Bi mijara nîqaşkirina vê dozê, komxebatek li ser asta herêma Cizîrê bi beşdarbûna hiqûqnas û parêzeran were lidarxistin.

8-Panel û komxebatên "qanûnnî" li hundir û derve werin lidarxistin ku balê bikişîne ser binpêkirinan û geşedanên dawî li ser asta Sûriyê, her wiha ji bo piştgiriya doza me ya rewa û xurtkirina tevgera qanûnî

9-Ji bo nîqaşkirina vê mijarê komxebateke li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê were lidarxistin."

ANHA