Çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalka berdewam dike

Şêniyên bajarê Qamişlo û endamên PYD'ê çalakiya konvedanê ya roja 8'an ya li deriyê Sêmalkayê dewr girtin.

Çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalka berdewam dike
Çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalka berdewam dike
Çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalka berdewam dike
Çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalka berdewam dike
Çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalka berdewam dike
Çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalka berdewam dike
Çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalka berdewam dike
Çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalka berdewam dike
Çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalka berdewam dike
12 cotmeh, 2021   15:19
QAMIŞLO

Çalakiya konvedanê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ya li deriyê Sêmalka berdewam dike. Çalakî bi aramnca şeremzarkirina kiryarên PDK'ê û bi daxwaza radestkirina cenazeyên gerîlayên  ku di kemîna hêzên wê de şehîd bûne 8 roj li pey xwe hişt

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo û endamên PYD'ê çalakiya konvendê çalakiya roja 8'an dewr girtin.

Şênî li gel bilindkirina posterên rêber Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdan li qada deriyê Sêmalka kom bûn û bi diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla û şermezarkirina PDK'ê ber bi kon ve meşiyan.

Li ber kon deqeyeke rêz hate girtin, paşê hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat axivî û got: "PDK'ê bi hedefgirtina gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê xeta xiyanetê didomîne."

Berekat bang li malbatên şehîdan ên Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî siyasetên PDK'ê rabin.

Endama PYD'ê Leyla Mihemed Murad îşaret pê kir ku dîroka PDK'ê bi xiyaneta li kurdan dagirtî ye û bang lê kir ku ji vê xeta vegere û hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re berde.

Di çalakiyê de endamê PYD'ê Helîm Eko anî ziman ku dê çalakiya bi kon a li deriyê Sêmalka berdewam bike heya ku cenazeyê şehîdên kemîna li Xelîfanî radestî malbatên wan were kirin û PDK'ê dev ji dijminahiya Tevgera Rizgariya Kurdistanê berde.

Sibe wê şêniyên navçeya Tirbespiyê çalakiyê dewr bigirin.

ANHA