Pisporê karûbarên Tirkiyê: Armanca dewleta Tirk tunekirina Kurdan e

Şîrovekarê siyasî û pisporê karûbarên Tikriyê Mihemed Ebû Sebha piştrast kir ku Recep Tayyîp Erdogan henekê xwe bi opozîsyonê kir ku ew dikarin li dijî “reîjma Sûriyê” bi ser kevin û ew tenê ji bo tunekirina Kurdan li Sûriyê bi kar dianîn.

Pisporê karûbarên Tirkiyê: Armanca dewleta Tirk tunekirina Kurdan e
12 cotmeh, 2021   07:37
QAHÎRA-EMANÎ EZAM

Dewleta Tirk a dagirker gelek herêmên Sûriyê mîna Cerbalus, Bab, Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagirk dike.

9`ê Cotmehê salvegera 2`emîn a dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve ye. Di van du salan de dagirkeran sûcên şer pêk anîn ku gelek rêxistinên navneteweyî û gelek raporên çapemeniyê belge kirin.

ERDOGAN OPOZÎSYON JI BO BERJEWENDIYÊN XWE BI KAR ANÎ

Şîrovekarê siyasî û pisporê karûbarên Tirkiyê Mihemed Ebû Sebha ji ajansa me re ev nirxandin kir: “Îro û piştî derbasbûna gelek salan li ser hebûna dagirkeriya Tirkiyê li xaka Sûriyê, em dibînin ku çekdarên Erdogan binpêkirinên mezin li dijî Kurdan pêk anîn û qada ku opozîsyonê kontorl dikir, kêm bûye û ketiye bin kontrola hikumeta Şamê.”

ERDOGAN HENEKÊ XWE BI OPOZÎSYONÊ KIR

Ebû Sebha destnîşan kir ku roj bi roj Rûsya bi rêya peymanên lihevanînê qadan ji bin kontrola opozîsyonê derdixe û radestî hikumeta Şamê dike û wiha domand: “Erdogan yê ku soza dabû dê li Şamê nimêj bike, niha li wan çekdarên ku çekên xwe yên pê li dijî Kurdan şer kirin, radest dikin û bi darê zorê berê xwe didin Idlibê, temaşe dike. Mîna ku bi serê şêniyên Efrînê kirin. Di vê dawiyê de li gel israra Beşar Esad û Rûsyayê, Dera ji bin kontrola opozîsyonê derket. Niha gelek zehmet e ku mirov li bendê be tevahiya Idlibê di bin kontrola dewleta Tirk de bimîne.” 

ARMANCA SEREKE YA DEWLETA TIRK TUNEKIRINA KURDAN E

Ebû Sebha destnîşan kir ku armanca sereke ya dewleta Tirk li Sûriyê tunekirina Kurdan e û wiha pê de çû: “Armanca wê qet ne xurtkirina opozîsyonê yan jî şerê DAIŞ`ê bû. Em vegerin sala 2014`an û helwesta Erdogan a li hemberî dorpêça li ser Kobanê, bînin bîra xwe. Wê demê artêşa Tirk li ser sînor li komkujiyên DAIŞ`ê yên li dijî şêniyên Kobanê temaşe dikir.”

Mihemed Ebû Sebha di dawiyê de got: “Ji nirxandên li jor em dikarin bêjin ku piştî ku Erdogan armanca xwe pêk anî, îro behsa du mijarên sereke dike; ya yekê derxistina penaberên sûrî ji Tirkiyê û pêkanîna çareseriyeke siyasî li Sûriyê piştî ku bi salan digot aloziya Sûriyê ji bilî çareseriya leşkerî çareser nabe. Ya duyemîn jî bibêje wê DYA piştgiriya xwe ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bi dawî bike.”

(şx)

ANHA