Piştî aramiya çend rojan careke din artêşa Tirk Minbic topbaran kir

Yek ji fermandarên li eniya Hoşeriyê ya bakurê rojhilatê Minbicê Ebû Xelef got: "Vê sibehê artêşa Tirk a dagirker bi hawinan herêm bi dijwarî topbaran kir. Em amade ne di çarçoveya parastina rewa de bersiva her êrişekî bidin."

Piştî aramiya çend rojan careke din artêşa Tirk Minbic topbaran kir
11 cotmeh, 2021   17:10
KOBANÊ-NÎHAD KERHO

Piştî 10 rojan ji aramiyê careke din artêşa Tirk a dagirker gundewarên bakurê rojhilatê Minbicê bi hawinan topbaran kirin. Êrişên dagirkeriyê li dijî gundên Hoşeriyê û Catê bûn, dûvre gundê Ewn Dadat topbaran kir, lê sivîl birîndar nebûn.

/ar/uploads/files/2021/10/11/163320_aabw-khlf.webp

Girêdayî jinûve topbaranên dijwar ên dagirkeriya Tirk , yek ji fermandarê meydanî yê Tûgaya Şehîd Ednan Ebû Emced a girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê yê li eniya Hoşeriyê Ebû Xelef got ew amade ne bersiva êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmê bidin.

Ebû Xelef wiha domand: "Vê sibehê malên sivîlan rastî êrişeke dijwar bi hawin û çekên giran hatin, di encamê metisiyek di nava şêniyan de çêkir û neçar bûn ber bi bajêr ve koçber bibin. Ev ne cara yekê ye ku herêm rastî êrişeke mîna vê tê."

Ebû Xelef ev tişt anî ziman: "Em êdî planên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê dizanin, ew jî jinûve vejandina terorê ye. Da ku tirsê belav bike, mîna çawa li herêmên dagirkirî ji Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dibe, da ku şêniyn wê koçber bibin, dagir bike û demografiya herêmê biguhere."

Ebû Xelef got, Meclisa Leşkerî ya Minbicê amade ye bersiva her êrişeke li dijî herêmê bide û amade ne sivîlan biparêze.

Li gor bîlançoya Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, meha borî artêşa Tirk a dagirker ji baregehên xwe 723 mûşek avêtin gundên bakurê rojhilatê Minbicê ku tê de şênî hene.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hTG9Gl915A4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>